Li Wanê banga 6’ê Sibatê:Berpirsan efû nekin
- 19:50 6 Sibat 2026
- Rojane
WAN - Şaxa KESKê ya Wanê di salvegera 3’yemîn a erdheja 6’ê Sibatê ya li Mereşê pêk hatî de daxuyanî da û got: “Berpirsyarên rasteqîn tên parastin, berpirsyarî û sûc diavêjin stûyê çend heb mutehitan.”
Li Wanê Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) di salvegera 3’yemîn ya erdheja 6’ê Sibatê ya li Mereşê pêk hatî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Îhmalan ji bîr nekin berpirsiyaran efû nekin” hate vekirin. Parlementerên DEM Partiyê, hevserokên DBPê û DEM Partiyê, hevşaredarên Bajar ê Mezin ên Wanê, Dayîkên Aştiyê û endamên saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevberdevkê demê yê Şaxên KESK’ê yê Wanê Nîhat Tunç ve hate xwendin.
‘Rêjeya hilweşandinê encama hilbijartinên siyasî ye’
Nîhat Tunç bi bîr xist ku tevî ew asta wêraniyê ya rast nizanin jî lê ew dizanin ku ev rûxandin encama pergala rantê, bê kontrolkirin, xemsarî û cêzanekirinê ye û wiha pê de çû: “Piştî her erdhejeke mezin jî heman senaryo tê amade kirin. Tenê cihê karesatê hatiye guhertin. Encamên erdhejê yên kavil li vî welatî wek qeder tê dest girtin. Berpirsyarên rasteqîn tên parastin, berpirsyarî û süc diavêjin stûyê çend heb mutehitan.”
Nîhat Tunç da zanîn ku ev sê sal in êş û xizanî ji bo mîlyonan mexdûrên erdhejê kûrtir bûye û got: “Nayê zanîn ku di sala sêyemîn a erdhejê de bajar çiqasî ji bo jiyanê guncav bûne û ji wan kesên ku neçar mane koç bikin çend kes vegeriyane bajarên xwe. Li herêmên erdhejê jî bi sed hezaran welatî di nava şert û mercên nebaş de dijîn. Bajarên konteyniran ên qaşo “demkî ne ” bûne daîmî û ev van bajarên konteynîr bi şert û mercên jiyanê yên li dijî rûmeta mirovî bûne wek qampan. Tunebûna ceyran û avê bi şert û mercên zivistanê re jiyan kambax kiriye.”
KESKê di daxuyaniyê de ev daxwaz anîn ziman:
"*Divê hemû avahiyên gelemperiyê (dibistan, nexweşxane, wargeh, edliye, avahiyên xizmetguzariyê û hwd.) bi awayekî lezgîn, serbixwe û bi pîvanên zanistî bên kontrolkirin, avahiyên ku li hember erdhejê li ber xwe didin, tavilê bên valakirin, xebatên xurtkirin û nûjenkirinê demildest bên kirin.
*Bi taybetî li bajarên ku herêmên erdhejê ne, divê rapor û kontrolên metirsiya erdhejê ji aliyê gel ve bên kirin û teşwîqên xurtkirinê ji bo kesên ku xwediyê yek xaniyî ne bên dayîn.
*Divê nêzîkatiya berjewendîxwaz were redkirin."







