'Em wek kole dixebitin lê beramberê keda xwe nagirin'

  • 09:05 20 Kanûn 2025
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinên li ser erdan dixebitin bê sîgorte, bi saetên dirêj û heqdestê kêm dixebitin. Li Menderesê jinên di serayan de dixebitin diyar dikin ku keda wan nayê dîtin û di alî aborî de pirsgirêkan dijîn.
 
Jinên karkerên çandiniyê di bin şertên giran yên bê ewle de dixebitin. Jinên hilberînê hildigirin, ji ber polîtîkayên dewletê û zexta bazirganiyê mahkumê xizaniyê dibin. Jinên  li navçeya Menderes a Îzmîrê dixebitin der barê binpêkirinên mafan yên dijîn de axivîn.
 
‘Em beramberê keda xwe nagirin’
 
Zelal Ozbay ku ji sala 2000’î de di serayan de dixebite wiha got: “Bavê min karkeriya serayê dikir. Lê niha ji ber kal bûye nikare bike. Piştî ez zewicîm min ev kar kir. Lê wisa biçe ev pîşe wê tune bibe. Ji ber em beramberê keda xwe nagirin. Zarokên me jî bi me re perîşan dibin. Em dixwazin karê xwe bikin lê ev jî heta cihekî pêkan e. Sîgorteya me tuneye. Jin di şertên giran de dixebitin. Jin nebin ev kar nayê meşandin. Em beramberê keda xwe nagirin.”
 
‘Em hesreta zarokên xwe dijîn’
 
Zelal Ozbay wiha dawî lê anî: “Ji bo em berhem bifroşin em serî li bazirganan didin. Lê naxwazin û berhem destê me de dimîne. Ev jî motîvasyona me dixîne. Berhemên me pere nake. Karkeriya wê ji xwe em dikin. Zarokên me perîşan dibin. Em ji bo pêşeroja wan nikarin tiştekî bikin. Şertên xebata me giran in. Em zarokên xwe nabînin. Em bi hesreta zarokên xwe dijîn. Em dixwazin wek mirov bijîn. Em sibehê heta êvarê dixebitin. Qe nebe em beramberê keda xwe bigirin.”
 
‘Bila keda me bê dîtin’
 
Jina bi navê Halîse Çelîk destnîşan kir ku ji sala 2001’ê heta niha vî karî dikin û wiha berdewam kir: “Sîgorteya me tuneye. Em ji bo kesên din hilberînê dikin lê qezenca me tuneye. Em her tim zirarê dikin. Qezencek me ya bi rêk û pêk tuneye. Em çi qezenc dikin diçin lêçûnên zîratê. Dema em fatureyên av û ceyranê didin tiştek namîne. Yekane daxwaza me ev e ku keda me bê dîtinê."
 
‘Em bi hêza xwe lêçûnan digirin’
 
Jina binavê Gulîstan Çelîk jî bi lêv kir ku 20 sal in li Menderesê seravaniyê dikin û wiha pê de çû: “Hevjînê min ev kar dikir min jî bi wî re dest pê kir. Şertên xebata wê giran e. Em sibehê zû radibin diçin serayê. Sera germ e. Ber bi nîvro pir germ dibe. Em nîvro tên malê. Em karê malê dikin. Êvarê hênikayê em car diçin. Em gelek diwestin. Jinên zarokên wan hene gelek zehmetiyan dikşînin. Em bi derfetên xwe lêçûnan digirin. Em di alî debarê de zehmetiyan dikşînin. Hêza me ya em lêçûnên xwe bigirin jî tuneye. Em jiyaneke li gorî rûmeta mirovahiyê dixwazin.”