5 kamyonên din ên alîkariyê ji Başûr derbasî Rojava bûn
- 11:02 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Duh 5 kamyonên din ên alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê bi rêya deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Rojava bûn.
5 kamyonên din ên alîkariyê ji Başûr derbasî Rojava bûn
Duh 5 kamyonên alîkariyên mirovî, ji navçeya Teqteq a Başûrê Kurdistanê, bi serperştiya Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî, bi rêya deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Rojava bûn.
Alîkarî ji xurekê û betaniyan pêk tê û biryar e li koçberên li kantona Cizîrê were belavkirin.







