TJA û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
- 12:56 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û rojnamevanan 92 kes hatin binçavkirin. TJA û DEM Partiyê, bertek nîşanî binçavkirina 92 kesan da.
Serê sibê tevî Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindesetan (ESP) Mûrat Çepnî 92 sosyalîst hatin binçavkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrariyê ya Gelan (DEM Partî), bertek nîşanî girtina 92 sosyalîstan da.
TJA di parvekirina bi zimanê Kurdî ya li ser X'ê de wiha ragihand: "Îro sibê li dijî Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) û rêxistinên din ên bi ESP ve girêdayî operasyoneke siyasî ya berfireh hate destpêkirin û gelek kes hatin binçavkirin. Divê hemû kesên hatine binçavkirin, bi taybetî hevalên me yên ji SKM, tavilê werin berdan."
DEM Partiyê jî wiha got:
“Vê sibê gelek xebatkarên pêkhateya me ESP û SKM, DÎSK/LÎMTER-ÎŞ, BAKSAV’ê di encama serdegirtinên malande hatine binçavkirin.
Tevî Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û endamê me yê PM’ê Emîn Orhan, rojnemevan, ekolojist û sendîkavan hatine binçavkirin.
Ev polîtîka ya tundiyê ku desthilat bi destê darazê li dijî sosyalîstan dike, nayê qebûlkirin. Divê kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan.
Herwiha welatiyên me yên di protestoyên li dijî êrişên li ser Rojava de hatine binçavkirin û girtin divê bên berdan û divê tundiya li hemberî kesên bertekên xwe nîşan didin, bi dawî bibe.”







