Wê li Nîsêbînê ji bo têkoşerên azadiyê şîn bê danîn
- 09:50 26 Tebax 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Sibê li Nisêbînê ji bo kesên ku di dem û deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane şîn bê danîn.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo kesên ku di dem û deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê şîn bê danîn. Wê şîn bi pêşengiya MEBYA-DER'ê roja Pêncşemê 27'ê Tebaxê dest pê bike û dê li Qada Bazara Sergirtî ya li kêleka Mala Sersaxiyê ya Şukru Akay - Goristana Hacilar were lidarxistin.
Piştî şîna sê rojan, dê li heman deverê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane merasîmek bîranînê were lidarxistin.







