Li Afganistanê ji milyonekê zêdetir zarok û jin ji xizmeta tendirustiyê bêpar in

  • 14:31 24 Tebax 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kêmasiya budçeyê li Afganistanê gihîştina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn ji bo 1.6 milyon jin asteng kiriye. Krîzek ku ji ber girtina navendên tenduristiyê û kêmkirina alîkariya mirovî zêdetir bûye.
 
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ragihand ku 1.6 milyon jin li Efganistanê ji ber kêmbûna fînansmanê, ji gihîştina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn bêpar in.
 
Rêxistinê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku girtina navendên tenduristiyê yan xizmetan gihîştina lênêrîna tenduristiyê ji bo jinan dijwartir dike û got ku berdewamiya alîkariya mirovî ji bo parastin û baştirkirina van xizmetan, girîng e.
 
14.4 milyon kes hewceyî xizmetên tenduristiyê ne
 
Berê ajansên Neteweyên Yekbûyî ragihandibûn ku 14.4 milyon kes li Afganistanê hewceyî xizmetên tenduristiyê ne. Di heman demê de ajansên alîkariyê bi kêmasiyên giran ên fînansmanê re rûbirû ne.
 
Sîstema tenduristiyê bi pirsgirêkan re rûbirû ye
 
Sîstema tenduristiyê ya Afganistanê di deh salên borî de bi gelek pirsgirêkan re rûbirû maye. Di nav van pirsgirêkan de hewcedariya bi alîkariya navneteweyî, kêmbûna derman û alavên bijîşkî û kêmbûna bijîşkên pispor hene.
 
Her wiha Save the Children berê ragihandibû ku 600 navendên tenduristiyê li Afganistanê ji ber kêmbûna fînansmanê hatine girtin.