Li Zimanxaneyê civîna jinan

  • 15:56 22 Tebax 2026
  • Çand û Huner
STENBOL - Li Stenbolê jin li Zimanxaneyê bi dirûşmeya “Bi ziman û çanda xwe hevdu nas dikin” civiyan.
 
Mamoste, xwendekar û gelek jin li Komaleya Lêkolîn û Pêşvexistina Ziman û Çanda Kurdî (Zimanxane) bi dirûşmeya “Bi ziman û çanda xwe hevdu nas dikin” bernameyeke li dar xistin. 
 
Hevseroka Zimanxaneyê Hulya Darak di bernameyê de axivî û wiha got: “Em kêfxweş in ku îro hatine gel hev. Wekî komuna Zimanxaneyê, em dixwazin bi komunan jinan re werin gel hev. Zimanxane nû hatiye vekirin. Em dixwazin we li vir bibînin. Zimanxane nasnameya me ye, divê em xwedî li derkevin.”
 
Bername bi şêwir, pirs û bersivan bi dawî bû.