Li bîstanên bajêr hilberîna hevpar û piştevanî derdikeve pêş
- 09:02 18 Tebax 2026
- Ked/Aborî
Rabia Onver
WAN - Bîstanê Bajêr ê Jinan, ku ji aliyê Şaredariya Erdîşê ve hatiye avakirin, armanc dike ku bi rêya hilberîna hevpar piştevaniya jinan xurt bike. Endama Meclîsa Şaredariyê Ayşe Ergun, diyar dike ku armanca hilberîna jinan ew e ku jinan bikin xwediyê rola çalak a di jiyana aborî de.
Bîstanê Bajêr ên Jinan ku armanca wan ew e ku keda jinan a di jiyana aborî de bidin xuyakirin, wekî amûreke sereke ya polîtîkayên azadîxwaziya jinan ên rêveberiyên herêmî derdikevin pêş. Ev bîstan ne tenê cihên hilberînê ne; her wiha wekî qadên piştevaniyê, rêxistinbûnê û bihêzkirina jinan a wekî aktorên aborî jî derdikevin holê.
Endama Meclîsa Şaredariya Erdîşê ya Wanê ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê birêvebirin armancên projeya Bîstanê Bajêr ê Jinan rave kir û diyar kir ku Bîstanê Bajêr ê Jinan ne tenê cihên hilberînê ne, lê wekî qadên kolektîf hatine sêwirandin ku piştevaniya jinan pêş dixin, rêxistinbûnê xurt dikin û armanc dikin ku beşdariya rasterast a jinan di jiyana aborî de hêsan bikin.
'Bîstanê Bajêr ê Jinan qadên hilberîna hevpar in'
Ayşe Ergun, bi destnîşankirina wê yekê ku pratîkên rêveberiya herêmî rola pêşeng a jinan di avakirina civakeke demokratîk û komunal de derdixin pêş, bal kişand ser girîngiya Bîstanê Bajêr ê Jinan di demekê de ku rol û erkên jinan tên nîqaşkirin. Ayşe Ergun got: "Bîstanê Bajêr ê Jinan wekî qadên girîng derdikevin pêş; qadên ku tê de jin hilberîna kolektîf, piştevanî û jiyana ekolojîk bi hev re pêş dixin. Ev bîstan ne tenê cihên hilberînê ne; ew cihên wisa ne ku piştevanî tê de geş dibe, rêxistinbûna siyasî pêk tê û dengê jinan bilindtir dibe. Lêbelê, me di vê qonaxê de nikarîbû armanca sereke ya van bîstanan bi temamî pêk bînin. Me nikarîbû jinan ber bi van bîstanan ve bikişînin, bi taybetî ji ber ku gelek ji hevalên me yên jin jixwe xwediyê bîstanên xwe ne û bi xebata li wan bîstanan re mijûl in. Armanca me ji avakirina van bîstanên bajarî ne tenê hilberîn bû, lê her wiha xurtkirina piştevaniya di navbera jinan de û afirandina qadên ku ew bikaribin tê de roleke çalakir bilîzin jî bû. Lê dîsa jî, me di vî warî de serkeftineke mezin bi dest nexist û em qebûl dikin ku di vê mijarê de pêdivî bi rexnedayînê heye."
'Armanca me ew e ku em keda jinan bidin xuyakirin'
Ayşe Ergun bal kişand ser wê yekê ku teşegirtina jiyana aborî ya herêmî bi destê mêran, faktoreke sereke ye ku beşdariya jinan di aboriyê de sînordar dike û wan ji hilberînê dûr dixe. Ayşe Ergun got: "Jinên li vir bîstanan çêdikin an li zeviyên hevpar an jî rasterast li ber malên xwe bîstanên xwe çêdikên lê dîsa jî ew berhemên xwe radestî mêran dikin da ku ew karê firotinê bikin. Tişta ku divê em li vir bikin, ne tenê balkişandina li ser bîstanên bi xwe ye, lê avakirina bazarekê ye. Herçend em bazarê ava bikin jî, hinek jin tên, lê yên din dibêjin: 'Em şerm dikin ku werin.' Em van pêk tînin da ku rê ji bo jinan vekin, hem ji bo danîna têkiliyê ya bi wan re û hem jî ji bo tevlêkirina wan a di nava bazirganiyê de. Ji bo vê armancê, me li taxan dest bi xebatên ragihandin û gihîştina jinan kiriye; em ê jinan bi awayekî takekesî derbarê armancên bîstanê bajêr ê jinan û bazara keda jinan de agahdar bikin. Piştre, em ê hêsankariyê ji bo beşdariya wan a di bazara keda jinan de bikin. Jinên li vir bi taybetî bi hilberîna berhemên şîr ve mijûl dibin, lê dema dor tê ser firotina wan berhemên ku hilberandine, ew bi hin kêmasiyan rû bi rû dimînin. Armanca me ew e ku em alîkariyê bikin da ku berhemên ku jinan hilberandine, bigihîjin bazarê."
Wextê berhevkirinê demeke mijûl e
Ayşe Ergun bal kişand ser wê keda mezin a di pêvajoya hilberînê de ya ji çandin û lênêrînê bigire heta avdan û berhevkirinê û da zanîn ku jin gelek caran ji ber barê jiyana rojane û berpirsiyariyên xwe yên piralî, di veqetandina dema têrker a ji bo van çalakiyan de zehmetiyê dikişînin. Ayşe Ergun got: "Jinan berhemên wekî firingî, îsot, xiyar, petêx, zebeş û bacan çandine. Ev karekî dijwar e; tevahiya pêvajoyê, ji çandinê heta berhevkirinê, gelek zehmet e. Jin dibêjin ku ew di dîtina demê de zehmetiyê dikişînin û di hevsengkirina karên malê û hatina vir de astengiyan dibînin. Em hemû hewldana xwe dikin da ku rê ji bo jinên ku dixwazin beşdar bibin vekin û hem di warê veguhastinê û hem jî di warê bidestxistina dahatê de alîkariya wan bikin. Wextê berhevkirinê ji bo wan dema herî mijûl e, ji ber ku ew dikarin werin vir da ku berheman ji bo pêdiviyên xwe yên zivistanê kom bikin an jî berhemên xwe bifiroşin. Her wiha ew dikarin berhemên xwe li bazara keda jinan bifiroşin, ne tenê tiştên ku wan li bîstanên bajêr çandine, lê her tiştê ku wan li malê hilberandiye dikarin bifiroşin."
Atolyeyên têkildarî zayendê
Ayşe Ergun destnîşan kir ku tevî ku bîstanên bajêr ên jinan bi kedeke mezin û hewldaneke kolektîf hatiye avakirin jî, pêşdaraziyên civakî yên derbarê beşdariya jinan a di pêvajoyên hilberîn û firotinê de, bûne astengiyeke girîng. Ayşe Ergun diyar kir ku ji ber zîhniyeta serdest a mêr ku keda jinan ji nedîtî ve tê, dibe ku beşdariya çalak a di hilberîn û firotinê de bi awayekî neyînî were dîtin û ev yek jî dibe sedem ku gelek jin di warê beşdarbûna van qadan de dudil bin. Lê belê, em ê ji bo çareserkirina vê rewşê jî dest bi xebateke nû bikin. Em plan dikin ku li her tax, kolan û gundekî atolyeyên li ser mijara wekheviya zayendî li dar bixin. Jin ew kes in ku di civakê de nirxê aborî diafirînin, lê dîsa jî her tim tên paşguhkirin û di paşxanê de tên hiştin. Herçend derfet hebin jî, em di organîzekirina van hewldanan û gihandina bi bandor a li jinan de kêm dimînin. Divê keda jinan were naskirin; niha jin di civakê de nayên dîtin û tevkariyên wan pir caran tên paşguhkirin. Divê jin werin bîstanên bajêr û bazaran da ku berhemên xwe nîşan bidin; ev yekane rê ye ku keda wan xuya bibe û bê ber çavan. Aborî ne tenê mijara bidestxistina pereyan e; ew di heman demê de qadek e ku mirov dikarin xwe tê de îfade bikin û hem ji aliyê fîzîkî, hem civakî û hem jî derûnî ve xwe baş hîs bikin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî bazara keda jinan û bîstanên me yên bajêr bibin."







