Di bin siya Çiyayê Kato de hezar reng

  • 09:02 9 Tebax 2026
  • Ekolojî
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Zozanên li Çiyayê Kato û kontarên wê bi bedewî û dîmenên xwe yên bêhempa şahiyeke dîtbarî pêşkêş dikin.
 
Zozanên li Çiyayê Kato û Zozanên wê yên di sînorên navçeya Elkê ya Şirnexê de ye, di havînê de jî bi bedewî û dîmenên xwe yên bêhempa şahiyek dîtbarî ava dikin.
 
Zozanên pala xwe dane kontarên Çiyayê Kato, bi rengên zindî xemilîne, di nav kulîkan de bîra sedsalan dihewîne.  Ev erdnîgariya ku her geliyê wê jiyan, her lutkeya wê berwedanê nîşan dide. Ji bêdengiya qeydîm ya ku ax û asîman, mirov û xweza tevlihev bûye re, malovaniyê dike. Ev dîmenên li bilindaiya Elkê dirêj dibe, ne tenê bedewiya xwezayê, wek qadek jiyanê ya azadî, bîr û kedê jî hebûna xwe didomîne.
 
Çiyayê Kato ji bo gel wek bajarê berxwedan û çîrokvanên çiya tê zanîn û wisa watedar dibe. Bi vê nêzîkatî û hişmendiyê, her kulîlka li herêmê vedibe, jiyanê temsîl dike. Zozanên kontarên çiyêyê Kato, bi  rengên kesk, sor, zer, mor û spî xemiliye û bi hemû heybeta xwe hebûna xwe dide hîskirin. Berfa ku seraserên mehên biharê barî hîna jî li hinek deran neheliyeye û li hinek cihan jî heliyeya, herikbariya avê rengê zindî dide xwezayê.