Çalakiya li dijî JES’ê di roja 109’an de ye

  • 20:01 19 Tebax 2026
  • Ekolojî
 
MÛŞ – Çalakiya nobetê ya li dijî JES’ê ku ji bo gundê Xwarik ê Gimgimê hatiye plankirin, bi beşdariya gundiyên Qulan û Gundemirayê di roja xwe ya 109’an de berdewam dike.
 
 Çalakiya nobetê ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Elektrîkê ya Jeotermal (JES) tê meşandin ku navenda wê li DYAyê ye û ji bo gundê Xwarik ê girêdayî navçeya Gimgim  ya Mûşê hatiye plankirin dewaö dike.
 
pankartên bi nivîsên "Em xwedî li xwezaya xwe, baweriya xwe û paşeroja xwe derdikevin" û "Em li Vartoyê JES’ê naxwazin; destên xwe ji ax û xaka me bikişînin" li cihê çalakiyê hatine daliqandin. Çalakî di roja xwe ya 109’an de dewam dike.
 
 Îro niştecihên gundên Qulan û Gundemirayê nobet dewr girtin.  Ev çalakî bi awayekî dorveger ji aliyê gundiyan ve tê meşandin.