Lijneyek ji bo çarçoveya zagonî hat avakirin
- 11:05 18 Tebax 2026
- Ramyarî
ENQERE - Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ di rojnameya fermî ya dewletê de hat ragihandin. Bi ragihandina qanûna çarçoveyî re Cîgirê Serokkomariyê Cevdet Yilmaz jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku desteyek hatiye avakirin.
Qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat amadekirin û 12 xalan pêk tê, di rojnameya fermî ya dewletê de hat ragihandin. Piştî qanûn di Rojnameya Fermî de hat ragihandin Cîgirê Serokkomariyê Cevdet Yilmaz jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku Desteyeke ku ji bo sepandina qanûnê di bin banê cîgirê Serokkomariyê de bihata avakirin, hatiye avakirin û da zanîn ku piştî deste hatiye avakirin wezaret û saziyên dê di desteyê de cih bigirin dest bi xebatan kirine.
Her wiha Cevdet Yilmaz ragihand ku ew dê civîna yekem a desteyê di 24ê Tebaxê roja duşemê pêk bînin û di civînê de ji bo sepandina qanûnê dê li gor pêdiviyan di bin komîsyonên bên avakirin, bê nîqaşkirin.







