Sêşema Ji Darvekirinan re Na: Di hefteyekê de 22 kes hatin darvekirin
- 13:21 6 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Komara Îslamî bi zêdetirî 2 hezar û 159 darvekirinên îsal gihîştiye asta herî bilind a cîhanê. Di navbera 29’ê Îlonê û 5’ê Cotmehê de jî herî kêm 22 kes hatine darvekirin.
Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’di hefteya xwe ya 141’emîn de li 66 girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê didomîn e.
Di daxuyaniya vê hefteyê de, endamên kampanyayê li dijî sepandin û cîbicîkirina cezayên darvekirinê derketin û cezayê darvekirinê wek binpêkirinek bingehîn a mafê jiyanê bi nav kirin û şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê wek amûrek ku ji hêla rejîmên otorîter ve ji bo avakirina tirsê, bêdengkirina xwepêşandanan û tepeserkirina nerazîbûnê tê bikar anîn.
Di hefteyekê de herî kêm 22 kes hatin darvekirin
Kampanyayê, rapora ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hatî weşandin bi bîrxist û ragihand ku Komara Îslamî heta sala 2025’an gihîştiye rêjeya herî zêde ya darvekirinan li cîhanê û îsal herî kêm 2 hezar û 159 kes bi darve kiriye. Li gorî daxuyaniya kampanyayê, di navbera 29’ê Îlonê û 5’ê Cotmehê de herî kêm 22 kes hatine darvekirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nav kesên hatin darvekirin de 5 kesên di xwepêşandanan de hatibûn girtin, Elî Hemmatî û Mecîd Nîk-Andiş ji Meşhedê, Siavash Cemşîdî Xeîrabadiyê ji Şehrekordê û Elîreza Sepahî û Elîreza Raeisi ji Îsfahanê hene.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev darvekirin ku di nav xwepêşandan û nerazîbûnên berfireh ên gel de pêk tên, careke din hewldana dezgeha ‘Velayat-e Feqîh’ (Parêzvaniya Hiqûqnasê Îslamî) ya ji bo tepeserkirina serhildan û xwepêşandanên gel bi rêya teror û darvekirinê nîşan dide. Lêbelê, ezmûnên dawî nîşan dane ku darvekirin nikarin hêrsa gel an jî hesreta azadiyê vemirînin.
Darvekirin didome
Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirine ku pêvajoya cezakirina xwepêşanderên girtî bi darvekirinê berdewam dike. Rapor nîşan didin ku Mihemed-Emîn Mendanî, girtiyek xwepêşandanê ku li Girtîgeha Mezin a Tehranê tê girtin û her wiha Sîrvan Şabanî û bersûcên din (Mehdî Namî, Mesûd Toşmalanî, û Xusrew Mihemedî-Niya) ku li Girtîgeha Qizilhesar têne girtin, bi darvekirinê hatine cezakirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê ev ceza tavilê bên betalkirin û jiyana hemû kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, bi taybet girtiyên siyasî û xwepêşanderên girtî, li dijî gefa darvekirinê bê garantî kirin.
Banga piştgiriyê
Kampanyayê bang li gelê Îranê, malbatên ku li edaletê digerin, girtiyan, çalakvanên civaka sivîl û mafên mirovan û hemû dijberên cezayê darvekirinê yên li hundir û derveyî welêt kirin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.
Navên 66 girtîgehên ku grev lê didome wiha ne:
“Girtîgeha Evînê (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Qizil-Hesar (yekîneyên 2, 3 û 4), Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Ferdisê, Kerec, Girtîgeha Tehrana Mezin, Girtîgeha Qerçax, Girtîgeha Xorîn Varamîn, Girtîgeha Çobindar, Qezvîn, Girtîgeha Ehar, Girtîgeha Arak, Girtîgeha Langroud, Qum, Girtîgeha Xuremabad, Girtîgeha Borujerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad, Girtîgeha Îsfehan, Girtîgeha Destgerd, Îsfehan, Girtîgeha Şeyban, Ehwaz, Girtîgeha Sepidar, Ehwaz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Nîzam, Girtîgeha Şîrazê Adelabad, Şîraz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Fîrûzabad, Fars, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahedan (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Borazcan, Girtîgeha Ramhormoz, Girtîgeha Behbehan, Girtîgeha Bam, Girtîgeha Yezd (qada jin û mêr), Girtîgeha Kehnûcê, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Navendî ya Bîrcendê, Girtîgeha Meşhed,Girtîgeha Gorgan, Girtîgeha Sebzewar, Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaemşehr, Girtîgeha Reşîd (Reş), Girtîgeha Hawiq Taleş, Girtîgeha Ezberam Lahican,Girtîgeha Dizelabad Kirmaşan, Erdebîl, Girtîgeha Tebrîz, Girtîgeha Urmiyê, Girtîgeha Selmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Mehabad, Girtîgeha Bûkan, Girtîgeha Seqiz, Girtîgeha Banê, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Borujenê, Girtîgeha Neyşabûrê, Girtîgeha Gaçsaranê, Girtîgeha Noor û Girtîgeha Îranşehr, Girtîgeha Bender Ebas, Girtîgeha Sowme eh Sara, Girtîgeha Dare Şehr, Girtîgeha Meşgîn Şehr.”







