Nobeta li dijî JES’ê di roja 154’emîn de ye

  • 20:05 4 Cotmeh 2026
  • Ekolojî
 
MÛŞ - Nobeta çalakiyê ya li Gimgimê li dijî projeya JES’ê ya tê plankirin bê çêkirin hat destpêkirin di roja 154’emîn de berdewam kir. Welatiyên gundê Siltaşi û Warecane dewr girtin.
 
Çalakiya nobedariyê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê pargîdaniya bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. Ku navenda wê li DYA’yê ye ve tê plankirin, li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim ya Mûşê didome.
 
Li qada nobeta ket roja 154’mîn, pankarta bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" hat daliqandin.
 
Nobeta îro welatiyên gundê Siltaşi û Warecane  dewr girtin.