Wê li Nîsêbînê ji bo têkoşerên azadiyê şîn bê danîn 2026-08-26 09:50:01   MÊRDÎN - Sibê li Nisêbînê ji bo kesên ku di dem û deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane şîn bê danîn.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo kesên ku di dem û deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê şîn bê danîn. Wê şîn bi pêşengiya MEBYA-DER'ê roja Pêncşemê 27'ê Tebaxê dest pê bike û dê li Qada Bazara Sergirtî ya li kêleka Mala Sersaxiyê ya Şukru Akay - Goristana Hacilar were lidarxistin.   Piştî şîna sê rojan, dê li heman deverê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane merasîmek bîranînê were lidarxistin.