Li Kirmanşanê jineke Kurd bi îşkenceyê hate qetilkirin
- 16:18 17 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di xwepêşanên li Kirmanşanê de jina Kurd Dilara Kazamî bi îşkenceyê hate qetilkirin.
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, ragihand ku jina Kurd ya bi navê Dilara Kazemî ya xelkê bajarokê Geylan Xerbî ya bi ser parêzgeha Kirmaşanê, di dema xwepêşandanan de hatiye binçavkirin.
Çavkaniyê, ragihand ku Dilara Kazemî dema hatî binçavkirin, ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.
Hat ragihandin ku Dilara Kazemî dayika du zarokan e, di dema îşkenceyê de hêzên rejîmê du dest û didanên Dilara şikandibûn.







