Heyet ji Îmraliyê vegeriya

  • 17:34 17 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Girava Îmraliyê, vegeriya.
 
Heyeta Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çibûn Girava Îmraliyê.  Heyeta ku Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faruk Erol têde cih digirtin ji Îmraliyê vegeriyan.
 
Nehat zanîn ku ka wê daxuyaniyek bê dayîn an na.