Ji ber hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê ceza hat xwestin

  • 12:18 5 Çile 2026
  • Hiqûq
MÊRSÎN - Danişîna doza Şehrîban Şekerê ku ji ber hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş tê darizandin, hat lidarxistin. Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest cezayê hefsê were dayin. 
 
Endama Komeleya Jinan a Mîmozayê ya li Mêrsînê Şehrîban Şekerê, di hevpeyvînekê de têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê axivîbû. Ji ber gotinên “Delîl hatine tunekirin, hewl didin weke întîharê nîşan bidin û bi ser cînayetên jinan tê girtin”, bi îdiaya “agahiyên xelet parve kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Şehrîban Şekerê li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Mêrsînê hat lidarxistin. Şehrîban Şeker ku negirtî tê darizandin û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Mîmozayê danişîn şopandin. 
 
Di danişînê de bersiva emniyetê ya ji bo muzekkereya bi daxwaza hêmayên sûc çêbûne yan na hate xwendin. Şehrîban Şekerê di parastina xwe de got ku pirsîna aqûbeta jinan sûc nîne. 
 
Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Di mutalaayê de hate gotin ku Şehrîban Şeker ji ber hevpeyvîna xwe poşman nîne û îdiaya ku dikare pergala cemaweriyê xera bike kir. 
  
Şehrîban Şekerê jî li dijî mutalaayê got: “Ez, parastina xwe ya berê dubare dikim. Min tu tiştekî bibe sûc nekiriye. Di rewşa heyî de du mirinên biguman hene. Piştî 5 salan li dosyaya Gulistan Dokuyê delîlên nû hatin zêdekirin.” 
 
Parêzerên Şehrîban Şekerê jî li dijî mutalaayê dem xwestin. 
 
Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 16’ê Çileyê kir.