Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê
- 21:49 3 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Rojava bi boneya Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakiyên çandî û civakî tên lidarxistin. Di çalakiyan de têkoşîna jinan û rola wan a di parastina nasnameya çandî de derket pêş.
Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Roja Jinan a Cîhanê de li bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa û Dirbêsiyê gelek çalakiyên çandî û civakî hatin lidarxistin.
Girêdayî mijarê li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê bi amadebûna şêniyên taxê û endamên Kongra Star panelek hat lidarxistin. Di semînerê de rola jinan a di Şoreşa Rojava de û astengiyên pê re tên rû hev hatin nîqaşkirin.
Rêvebera Kogra Star a Qamişloyê Şervîn Delîl panel bi rê ve bir. Şervîn Delîl şehîdên di oxira azadiya jinê de canê xwe daye bi bîr anîn û bal kişand ser berxwedana dîrokî ya jinan li dijî zihniyeta baviksalariyê û redkirina wan ji koletiyê re.
Şervîn Delîl di nava axaftinên xwe de behsa têkoşîna Sakîne Cansiz di tevgera azadiya jinê de kir û îşaret bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku "Sakîne Cansiz sembola hemû jinan e" kir.Şervîn Delîl anî ziman ku jin îro destê xwe dane hev û çek li hemberî zordestan û sîstema hegemon hilgirtine. Di dawiya panelê de keziyê ji rengên ala Kurd hat çêkirin.
Li Amûdê jî Akademiya Yadê Eqîda ya girêdayî Kongra Star pêşengehek karê destan vekir, ev pêşengeh wê 2 rojan di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de vekirî bimîne. Armanca pêşengehê balê bikişîne ser karê destan ê jinan û piştgiriyê bide pêşketina pîşeyên wan, li kêleka wê jî çêkirinên klasîkî ku parçeyek ji nasnameya çandî ya herêmê ye were parastin.
Li Tirbespiyê Meclisa Malbatên Şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugirî dar çandin. Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava bi beşdariya jinên ji pêkhatiyên herêmê paneleke diyalogê li mala Êzidiyan a başûrê bajêr organize kir.Di panelê de endama yekitiyê Gulê Cafer bal kişand ser girîngiya pêşxistina xebata jinan û xurtkirina yekitiya pêkhateyan.
Li bajarê Çilaxa jî endamên Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Kongra Star sardana dayikên şehîdan kir û bi boneya Roja Jinê ya Cîhanê xelatên sembolîk dane wan.Di nava serdanê de gul u birûşûrên ser Roja Jinan a Cîhanê hatin belavkirin.
Li Dirbêsiyê jî Kongra Star bi boneya heman rojê li gundê Jinwar şahiyek bi amadebûna jinên saziyên sivîl û meclisan li dar xist.Di şahiyê de stran hatin gotin û govendên gelêrî hatin gerandin.
Kongra Star her wiha serdana Hêzên Parastina Civakê -Jinan û Asayîşa Jinan kir, li wir pêşengên jin diyar kir ku berxwedana jinan bûye sembola hêz û îradeya azad û parastina civakê.
Li bajarê Girkê Lekê, bi dehan endamên Kongra Star tev li kampanya xemilandina bajar, kolan û meydanên giştî bûn. Di kampanyayê de pankartên "Jin Şoreşa Rojava diparêzin", wêneyên Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û YPJˊê hatin daliqandin.







