Qedexeya derketina dervê welat ji ser Nurcan Yalçin hat rakirin
- 14:40 3 Adar 2026
- Hiqûq
AMED - Di danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de biryara qedexeya derketina derveyî welat hate betalkirin.
Danişîna 5’an a doza rojnameger Nûrcan Yalçinê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna fînansoriya rêxistinê” tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Nûrcan Yalçin û parêzerê wê Resûl Temûr tev li danişînê bûn. DFG û Şaxa OHD’a Amedê jî doz şopand.
Rojnameger Kîbriye Evrenê di danişînê de şahidî kir û got ku Nûrcan Yalçin rojnameger e, dema girtî bû hevaltiya wê ya serdanê kiriye û ji ber ku malbata wê dûr bû, pereyê malbata wê dişand ji hesabê Nûrcan Yalçinê re şandiye.
Nûrcan Yalçinê jî xwest tevdîra kontrola edlî ya qedexeya derketina derveyî welat ku 5 sal in didome bê rakirin. Temûr jî got ku miwekîla wê rojnamger e, ji ber xebatên pîşeyî tê darizandin û xwest biryara qedexeya derketina derveyî welat bê betalkirin.
Dadgehê, biryar da ku tevdîra kontrola edlî ya qedexeya derketina derveyî welat bê rakirin û danişîn taloqî 22’yê Îlonê kir.







