Li Îranê ji jin û zarokeka ku hatin binçavkirin agahî nayê girtin

  • 16:15 3 Çile 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -Di roja 6’emîn a xwepêşandanan de, di xwepêşandanên herî kêm li 72 bajarên Îranê belav bûne de, ji jınek û zaroka  ji eyaletên Gîlan û Hormozganê hatin binçavkirin agahî nayê girtin
 
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, hemwelatiya Gîlîkê Mahnaz Kasemî ya li Reştê ya eyaleta Gîlanê dijiya di 31’ê Kanûna 2014’an de dema xwepêşandanên kolanan ên li bajar, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin. Herwiha li Sabzevarê jî  zaroka bi navê Nazanin Zehra Musavî ya 17 salî jî di xwepêşandanên de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate binçavkirin.
 
Heta niha der barê cih, rewşa qanûnî ya  jin û zaroka hatine  tu agahî nehatin bidestxistin. Aktîvîstên mafên mirovan, fikarên xwe li ser tenduristiya fîzîkî û derûnî ya kesên di bin çavan de anîn ziman.
 
Hêjayî gotinê ye ku xwepêşandanên meha Çileyê, bi greva bazarê ya li Tehranê dest pê kir û niha li dehan bajaran veguheriye pêlek nerazîbûnê ya berfireh. Bi belavbûna xwepêşandanan re, zext, girtinên girseyî û qutbûna înternetê jî zêde bûn. Aktîvîstên serbixwe, radigihînin ku heta niha zêdetirî 7 kes jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne û zêdetirê 130 kes hatine binçavkirin.