Lî Sûrê hevdîtina gel: Rojahî li Îmraliyê ye

  • 16:16 19 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - Di hevdîtina gel a li Sûrê de, li gel dirûşma "Bê serok jiyan nabe" û tilîliyan, di axaftinan de ji bo jiyaneke wekhev û azad bal hat kişandin se xebata bêwestan a di her warî de. Axaftvanan gotin, "Ji bo vê pirsgirêkê ji bilî çareseriya demokratîk rêyek din tune ye" û gotin, "Ronahî li Îmraliyê ye."
 
Hevdîtina ku ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de hate organîzekirin, li navçeya Sûrê ya Amed pêk hat. Bi hezaran kes beşdarî hevdîtina ku li saloneke dawetê hate lidarxistin bûn. Çetin Arkaş, çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û parêzera ji Ofîsa Hiqûqê ya Asrınê Raziye Ozturk wekî axaftvan tevli bûn.
 
Di tevahiya civînê de, dirûşmên wekî "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" bi berdewamî hatin berzkirin. Posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li holê hatibû daliqandin, digel pankartên ku li ser wan nivîsandibûn "Hebûna neteweyî hat nasîn, niha dema rizgariyê ye" û "Dar li ser koka xwe , mirov li ser zimanê xwe şîn dibe" hebûn.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, piştre sirûda "Çerxa şoreşê" hat xwendin.
 
‘Peymana civakî divê’
 
Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de ye û gelek caran agahî qet jê nehatin girtin lê niha di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rêbertiyê dike. Raziye Ozturk anî ziman ku piştî pêvajo da destpêkirin gel dikare li fikir û ramanên wî guhdar û temaşe bike û wiha got: “Divê hebûna gelê Kurd di aliyê hiqûqî de bê mîsogerkirin. Divê Mafê Hêviyê were bicihanîn. Erê hebûna gelê Kurd hate qebûlkirin lê divê ku ev hebûn di aliyê hiqûqî de bê qebûlkirin. Ji bo gelê Kurd û gelên din ewlehî û mîsogerî pêwîst e. Divê peymaneke civakî hebe, divê gel ji vê yekê bawer bike.”
 
‘Jin ji pêvajiyê re pêşengtiyê dikin’
 
Aktîvîsta TJAê Ayla Akat Ata jî anî ziman ku jin pêşengên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in û bal kişand ser mitînga di 4ê Çilê de li Amedê were lidarxistin û xwest her kes tev li mitîngê bibe. Ayla Akat wiha got: “Gotin û kirinên desthilatê naçe ber hev. Desthilatê-dewletê hê jî îradeya gelê Kurd nas nekiriye. Em dibêjin em ê li Rojhilata Navîn bibin mînakek model. Em wek jinan di navenda pêvajoyê de ne, em jin pêşengiya pêvajoyê dikin. Gelê Kurd di demên tarî de derbas bû, gelê Kurd wêçaxê jî berê xwe da Îmraliyê. Em niha jî berê xwe dîsa didin Îmraliyê. Em dibêjin birêz Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e.”
 
‘Bêyî serok aştî ne pêkan e’
 
Çetîn Arkaş ê ku 33 salan di girtîgehê de mabû jî axivî û wiha got: “Rêbaza li Rojihlata Navîn êdî bi dawî bûye, Rojhilata Navîn wê ji nû ve bê dîzaynkirin. Ji ber wê desthilat li deriyên me Kurdan dixin. Eger ev pêvajo bi aştiyê bi dawî nebe, ez bawer nakim ku aştî careke din çêbibe. Ev pêvajo bê Serok Apo nayê çareserkirin. Di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de jî gelê Kurd dixwaze ku tercîha xwe li aliyê yekîtiya bi gelê Tirk rfe bikar bîne. Polîtîkayên dewletê pirsgirêkan kûr dike. Pirsgirêka me ne gelê Tirk e. Pirsgirêka me destilat e.”