Tenê ji sedî 26’ê jinan dibin mijar û çavkaniya nûçeyan

  • 19:11 5 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Lêkolîneke nû ya ku ji hêla Desteya Jinan a NY`ê ve tê piştgirîkirin nîşan da ku tenê ji Sedî 26’ê Jinan bûne mijar û çavkaniya nûçeyan. Ev jî diyar dike ku hebûna jinan di weşana televîzyon, radyo û medyaya çapkirî de pir lawaz e.
 
Projeya Çavdêriya Medyayê ya Cîhanî ku hêla Desteya Jinan a NY`ê ve tê piştgirîkirin, raporek weşand, li gorî raporê  tenê ji Sedî 26`ê Jinan bûne mijar û çavkaniya nûçeyan.
 
Di rapora Desteya Jinan ku îro li ser malpera NY`ê hatiye weşandin de hat gotin, jin nîvê nifûsa cîhanê pêk tînin, lê tenê ji Sedî 26`ê wan di nûçeyan de têne dîtin an bihîstin. Her wiha da zanîn ku ev statîstîk di 15 salên borî de hema hema neguheriye.
 
Desteyê destnîşan kir ku tiştê cihê dilgiraniyê ye ku tunidya li ser bingeha zayendî hema hema nakeve nûçeyan, tevî ku tundî bandorê li nîvê nifûsa cîhanê dike. Li gorî desteyê, Ji 100 çîrokan kêmî 2 çîrokan tundiya li dijî jinan vedibêjin.
 
Bêyî dengê jinan tu çîrok temam nabe
 
Kirsi Maddy, Cîgira Rêvebera Cîbicîkar a Desteya Jinan a NY`ê wiha got: "Dema ku jin bêne paşguhkirin, demokrasî ne temam e," û banga "ji nû ve nirxandinê kir da ku medya bikaribe rola xwe di pêşvebirina wekheviyê de bicîh bîne. ji ber ku bêyî dengê jinan, çîrokek temam, demokrasiyeke dadmend, ewlehiyek mayînde û siberojeke hevpar tune ye. "
 
Lêkolînê nîşan da ku tevî vê rewşa xerab jî, di hin waran de pêşketin çêbûye. Mînak, niha ji Sedî 41`ê nûçegihanên nûçeyeyan jin in, ev jî li gorî amarên sala 1995`an baş e, ku wê demê rêjeya wan ji Sedî 28 bû.
 
Kirsi Maddy wiha bi lêv kir: "Heya ku dengê jinan di her odeya nûçeyan û her çîrokê de neyê bihîstin, em ê paşve gav neavêjin. "