
Di meha Hezîranê de 19 jin hatin kuştin
- 09:02 6 Tîrmeh 2025
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha Hezîranê 19 jin û zarokek hatine qetilkirin, 6 jin û 4 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, tûndiya mêr dibe sedema mirina jin û zarokan. Her çiqas saziyên fermî daneyên li ser jinên ku hatine qetilkirin bi awayekî zelal parve nakin jî, nûçe û daneyên sînorkirî yên di çapemeniyê de bi tevahî wêneyê heyî nîşan nadin.
Jin di nav kêmbûna daneyan ji hêla dewletê ve, gotinên hikûmetê yên ku şîdeta mêran rewa dikin û polîtîkayên bêcezatiyê yên dadweriyê de, parastina mafê xwe yê jiyanê didomînin.
Li gorî çeteleya meha hezîranê ya ku ajansa me amade kiriye 19 jin û zarokek hatine kuştin, 6 jin û 4 zarok jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Gumanbar yên herî nêzin
5 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê mêrê jê veqetiyaye, du jin ji aliyê kesê nas nakin ve, gumanbarê 3 jinan nayê zanîn, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê hevjînê dest jê berdaye, 2 jin ji aliyê mêrê pê re dijîn, jinek ji aliyê mêrê ku nas nakeve hat qetilkirin.
Li ser Semsûrê 1, li Amedê 2, Edenê 4, li Stenbolê 2, li Rihayê1, li Şirnexê 1, Bursayê 2, li Îzmîrê 1, Burdurê 1, Sakaryayê 1, Antalyayê 1, Bilecikê 1, Hatayê jinek hat qetilkirin.