
Ji bo 'Bazara Bajêr a Jinê' ya li Erxeniyê serlêdanan dest pê kirin
- 11:44 4 Îlon 2025
- Ked/Aborî
AMED – Ji bo 'Bazara Bajêr a Jinê' ya li Erxeniyê serlêdanan dest pê kirin. Jin wê bikaribin berhemên xwe li vê bazarê pêşkêş bikin.
Şaredariya Erxeniyê ya Amedê ji bo piştgiriya karsazên jin projeya "Bazara Bajêr a Jinê" dide destpêkirin. Bazara ku dê her sêşemê li Bazara Taxa Sergirtî ya Yenîşehîrê were lidarxistin, dê kelûpelên destçêkirî yên jinan pêşkêşî gel bike.
Jinên karsaz ên ku dixwazin beşdarî bazarê bibin, dikarin di navbera 4 û 30'yê Îlonê de bi awayekî şexsî serî li Mudurtiya Zabitayê ya Şaredariyê bidin.