Ji baroyan bang: Ji bo daraza serbixwe gavan biavêjin
- 14:30 1 Îlon 2025
- Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên Amed û Mêrdînê bi boneya sala nû ya edlî daxuyanî dan. Baroyan, hêvî kirin ku îsal bibe sala serweriya hiqûqê, serbixwebûna darazê, rêzgirtina li mafên mirovan û ji bo pêvajoyê jî banga avêtina gavan kirin.
Baroyên Amed û Mêrdînê bi boneya destpêkirina sala nû ya edlî daxuyanî dan. Baroya Amedê li ber Dadgeha Amedê ji bo sala nû ya dadweriyê daxuyanî da. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç daxuyanî xwend.
Abudulkadîr Guleç, bal kişand ser serbixwebûna dadweriyê û xwest daraz li gorî vê esasê bisekine û bixebite. Guleç, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li navçeya Sûrê hatibû kuştin bi bîr anî û got: “Ev têkoşîna bi destê wî û hevalên wê demê hatiye destpêkirin. Em ê bi vî rûhî têbikoşin.”
Abdulkadîr Guleç, derheqê pêvajoyê de jî axivî. Guleç, kêmasîyên derketine holê anî ziman, xwest ev pirsgirêk demildest werin çareserkirin û gav bên avêtin. Guleç, wiha domand: “Divê Selahattîn Demîrtaş, Bekir Kaya û hevalên wan ên girtî bên berdan.” Guleç, bal kişand ser mirina Mûstafa Karatepe ku 30 sal di girtîgehê de mabû, 7 meh berê hatibû berdan û du roj berê jiyana xwe ji dest da. Guleç, got: “Bangawazîya me ew e ku girtiyên nexweş û hemû girtiyên cezayên xwe temam kirine tavilê bên berdan û gav bên avêtin.”
Guleç di dawiya daxuyaniyê de serkeftinê ji hemû parêzeran re xwest û hêvî kir ku daraz li gorî rêgezên bêalî û serbixwe bixebite û kar bike.
Mafên sereke
Baroya Mêrdînê jî bi heman boneyê li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Serokê Baroyê Ahmet Duyan ve hate xwendin. Duyan, daxwaza serweriya hiqûqê kir û got tevî zextan û hewldanên provokasyonê yên li dijî pêvajoya aştiyê jî hêviyên wan hene. Duyan, got ku weke parêzeran ew ê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.