Mîhrîcana Çand û Hunera Zarokan 1’ê Îlonê dest pê dike

  • 14:02 26 Tebax 2025
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 10’emîn Mîhrîcana Çand û Hunera Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê 1’ê Îlonê bi beşdariya hezar û 500 zarokî dest pê dike.  
 
10’emîn Mîhrîcana Çand û Hunera Zarokan ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve, bi tevkariya Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) tê birêxistinkirin, wê 1’ê Îlonê hemwextî Roja Aştiyê ya Cîhanê dest pê bike. 
 
Ji pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê nêzî hezar û 500 zarok ên ku cihê xwe di nava 83 komên çandî û hunerî de digirin beşdarî mîhrîcanê bibin. Ji Qamişloyê 35 kom, ji Hesekê 20 kom, ji Reqayê 10, ji Kobanê 9 kom û ji Helebê jî 9 kom beşdar mîhrîcanê bibin.
 
Li gorî bernameya mîhrîcanê dê şano, stran û govendên foklorî werin pêşkêşkirin û pêşangehên wêneyan werin vekirin. Bi armanca pêşxistina behreyên zarokan jî dê çalakî werin lidarxistin. Her wiha dê axaftinên destpêkê hebin û li hemû bajaran daxuyanî werin dayîn.
 
Mîhrîcan wê 1’ê Îlonê li Rimêlan û Helebê dest pê bike, 2 Îlonê wê li Kobanê û Reqayê dewam bike û 7’ê Îlonê jî wê li bajarê Hesekê bi dawî bibe.
 
Mîhrîcan li Qamişlo û Helebê dê mîhrîcan bi dirûşma "Ji destê min bo destê zarok min kilîtên azadiyê radestî wan kir û deriyên asîman ji wan re vekir" were lidarxistin. Li Reqayê jî wê bi dirûşma " Zarokên me firinndeyên mîhrîcanê ne", li Hesekê jî wê bi dirûşma "Hunera zarokan sembola azadî û afrîneriyê ye" bi rêve biçin. Mîhrîcana li Kobanê jî wê bi dirûşma "Em ji dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin" were organîzekirin.