Ji Însiyatîfa Manîfestoya Femînîst a Başûr bi Lîepollo û Trîmîta re roportaj (2)

  • 09:02 25 Tîrmeh 2025
  • Jineolojî
Divê me naveroka pirsa ‘dema manîfesto tê gotin em dixwazin çi bêjin? Tije bibûne. Gotin, banga çalakî an jî tevgerekê vedibêje. Yek ji nîqaşa din jî ev bû ku gotina ‘manîfesto’ bi çi re têkildarkir in. Ev girêdayê riyên ku em ber bi têkçûnê birine ye. Manîfestoyên siyasî yên partiyan, bi taybet dema dengdayînan de ji bo gel û siyasetê manîpule bikin tê bikaranîn.
 
Akademiya Jîneolojiyê
 
Akademiya jineolojiyê: Fikra nivîsandina Manîfestoya Femînîst a Başûr û hewldana destpêkiririna pêvajoya çawa destpê kir? Ev fikra kesekê bû an jî biryarek bû? Çend kes tevli bûn û torek çawa hat avakirin. Hûn dikarin der barê vê de hinek biaxivin ?
 
Liepollo: Pêvajoya manîfestoyê sala borî di meha nîsan an jî adarê de li bajarê Cape Town a Başurê Afrîkayê di civîna Stratejîk a Femînîst a Başûr de destpê kir. Nancy û Neelanjela ev demek dirêj bû li ser dixebitîn. Me komek jinên ji 10-12 kesî pêk dihat biryar da. Me nîqaş kirin. Di encama nîqaşek berfireh de me biryar girt ku em manîfestoyekê binivîsin. Nîqaşa duyemîn jî der barê naverokê de bû.
 
Divê me naveroka pirsa ‘dema manîfesto tê gotin em dixwazin çi bêjin? Tije bibûne. Gotin, banga çalakî an jî tevgerekê vedibêje. Yek ji nîqaşa din jî ev bû ku gotina ‘manîfesto’ bi çi re têkildarkir in. Ev girêdayê riyên ku em ber bi têkçûnê birine ye. Manîfestoyên siyasî yên partiyan, bi taybet dema dengdayînan de ji bo gel û siyasetê manîpule bikin tê bikaranîn. Wek alavek endokrînasyonê tê bikaranîn. Alavek mirovan dide zorê ye. Ji ber vê em bi fikara ku manîfesto çiye, ji bo ev bê fêmkirin em hatin gel hev. Manîfestoya me alava seferberiyê ye. Armanca me ev e ku em dengên hatine çewisandin bigirin navenda xwe. Armanca me ev e ku em dengên jinan bînin gel hev û bi awayekî xurt derxin. Cîhana me herikbar e. Her tim bi awayekî balkêş pêk tê. Ji bo em bikevin tevgerê em rojevê diyar bikin, em piştgriyê bidin hev, divê manîfesto hebûna. Manîfesto wisa derket holê. Em wek gelek endamên me jî dibêjin, bi kapasîteyên xwe yên taybet parçeyên tevgera cuda ne.
 
Trîmîta: Pirsa herî zêde di serê min de manîfesto bû. Dema min di GFMÎ de dest bi xebatê kir, min xwest tabana daneyan a ji manîfestoyan pêk tê bê avakirin. Bawer im di ser 170’ê yî de manîfesto hene. Min ev bi kar anîn û min hewl da kulubek xwendinê pêk bînim. Li gorî min divê manîfestoya me di navenda nirxên me de cih bigire. Hinek manîfestoyên xurt, ji aliyê hinek nivîskarên xurt ve bê nivîsîn jî, em riyeke hîn zehmet a berfireh û giştî dişopînin. Ya manîfestoya me ji yên din cuda dike ev e.
 
Me di 2023’yan de bi 23 endam û mutefîkê koma plansaziya manîfestoyê ava kir. Koma plansaziyê piştre ji bo pêvajoya îstîşareyê bimeşîne, ji ziman, herêm û sektorên cuda 11 kes tayîn kir. Me 14 îstîşare pêk anîn û ji 140’î zêdetir kes tevli bûn. Em hewl didin vê berfireh bikin. Lê niha em bi dem û çavkaniyan sînor in. Ji ber vê em nû dest bi pêvajoyê dikin.
 
Em di asta yekemîn de hewl didin hîmê manîfestoyê ava bikin. Di asta duyemîn de jî hewcedariya me bi metnek esas heye. Di asta sêyemîn de bikaranîna manîfestoyê ya ji bo çalakiyê ye. Der barê ku ev çalakî çawa pêk tên de divê em biryarên kolektîf bidin û stratejiyê pêş bixînin. Dema metna damezarandinê amade bibe em ê vê aşkera bikin û mutefîkên xwe derxin pêş. Hêvîdar im akademiya jineolojiyê jî wê yek ji van be.
 
J.A.: Bi qasî min fêm kiriye, ev gavên divên bê avêtin we esas girtiye lê heman demê de li gorî hewcedarî û pêşketinan jî pêvajoyek xesas e?
 
Trimita:Belê ev planek sabît nîne. Ji bo pêşketina kar û bar, bi îstîşareyan heta ji destê me bê em bi lez tevdigerin. Lê hewce bi hevdîtin û ji nûve eyarkirinê hebe em ji vê re vekirîne.
 
J.A.:Ji bo vê pêvajoyê çavkaniya we ya îlhamê çiye? Çavkaniyên îlhamê, analîzên teorîk an jî çandî, kevneşopiyên manewî çibûn?
 
Lîepollo: Wek kes axaftin ji bo min hîn hêsantir e. Ji ber em wek rih û fik ji qadên cuda tên. Di gelek alî de GFMÎ wek qadek sekuler û agnostîk tê qebûlkirin. Em li hember hev rêzdar in.  Em ji kesên ku mîrateya kevneşopiya femînîst anîne îlhamê digirin. Gelek jinên bi têkoşîn û hêza xwe îlhamê didin me hene. Mabel Dove (Gana), Funmilayo Ransome-Kuti (Nijerya), Phyllis Ntantala, (Başurê Afrîkayê). Dîsa şoreşger Josîna Marhel a Mozambîkî heye. Di 26 salî de wefat kir û heta wê demê gelek mîlîsên şoreşger perwerde kir. Samora Mîchelle jî şoreşgerek mezin bû. Fîst Lady ya Mozambîkê jî xwedî nêrînek radîkal siyasî bû û em piranî dibêjin ew Josîna Machel e. Li gorî min wek teorîk û praksîs paşeroj hîna bi me re ye. Di alî çavkaniyên manewî û çavkaniyên psîko-rihî de bawerî ji bo xebatên wisa girîng e.
 
Trimita:Li zanîngeha Ewna Womans ya yekemîn zanîngeha jinan a li Asyayê re, ji bo di qada Xebatên Jinan yên Asyayê de lîsanda bilind a duyemîn bikim hatim Başûrê Koreyê. Dixwazim li ser wêjeya jinê bixebitim. Dixwazin vê li zanîngehek rojava bikim. Em li ser wêjeya populer  û li ser navên mezin bixebitin jî aliyê ku ez têkiliya bi GFMÎ re hez dikim perwerdehiyên polîtîk in. Em bi akademîsyonan re tên gel hev. Hatin gel hev tiştên cuda bi me dide fêrkirin. Derfetên baş didin me. Em fikrên hev îstîşare dikin.
 
Bawer im çavkaniya min a îlhamê ya herî mezin, xebatên rêxistibûna jinê ye. Bi jinên karkerên fabîqeyê re, jinên li ser axê dixebitin, axê diparêzin û jinên di qadên din de dixebitin re hatina gel hev e. Ez ji jinan îlhamê digirim.
 
Nîşe: Beşa sêyemîn a roportajê hefteya pêş wê bê weşandin.