Ayşegul Akdogan a jin xist nav fuhuşê hîna nehatiye cezakirin!

  • 09:05 15 Îlon 2025
  • Hiqûq
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Doza der barê Ayşegul Akdogan a ku li Colemêrgê jin xistin nav lepê  fihuş û hişbirê, ev saleke bi encam nebûye.
 
Doza der barê Ayşegul Akdogan a ku li Colemêrgê jin xistin nav lepê fihuş û hişbirê,  ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve di 27’ê îlona 2024’an de îdianame hat amadekirin. Îdianameya ji sûcên ‘bi hêsanî birîndarkirin’, ‘dîmenên derbarê jiyana taybet û îfşakirina deng’ de hat amadekirin de, îfadeyên malbatên jin û zarokên ketibûn nav hişbir û fuhuşê jî cih digirin. Di îdianameyê de agahiyên ku çeteyan bi sîstematîk jin berbi fuhuş û hişbirê ve biriye jî cih digire. Doza ku nêzî salekê ye didome, 4 rûniştinên wê hatin dîtin û tevî vê hîna encamek nehatiye girtin.
 
Kronolojiya rûniştinê
 
Yekemîn rûniştina dozê di 13’ê Mijdara 2024’an de li 2’emîn Dadgeha Ceza Asliye ya Colemêrgê hat dîtin. Di rûniştinê de Ayşegul Akdogan û parêzerê wê mafê bêdengiyê bikaranîn û daxwaza mudaxiliya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hat qebûlkirin. Doz taloqî 4’ê Kanûna 2024’an hat kirin.
 
Rûniştina duyemîn di 4’ê Kanûna 2024’an de li 2’yemîn Dadgeha Ceza Asliye ya Colemêrgê hat dîtin. Komeleya Jinan a Star, Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wan û Colemêrgê, parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan tevli bûn. Rûniştin girtî hat meşandin û temaşevan negirtin salonê. Ayşegul Akdogan îdia red kirin û got: “Îftereyê dikin, bi çapemeniyê min hedef nîşan didin.” Dadgehê rûniştin taloqî 12’ê Adarê kir.
 
Rûniştina sêyemîn di 12’ê Adarê de li 2’emîn Dadgeha Ceza Asliye ya Colemêrgê hat dîtin. Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin û rêveberên partiyê tevli bûn. Ayşegul Akdogan hincet nîşan da û tevli rûniştinê nebû. Ji ser SEGBÎS’ê P.K ya xistibûn fuhuşê û dayika wê N.O îfade dan. Dadgehê rûniştin taloqî 2’yê Tîrmehê kir.
 
Rûniştina 2’yê Tîrmehê jî bi hinceta guherîna dadger taloqî 3’yê Kanûnê hat kirin.
 
Têkoşîna edaletê ya malbatê
 
Di dozê de heta niha gavek şênber nehatiye avêtin. Tê payîn ku îdiayên ‘jin ber bi fuhuş û hişbirê ve birin’ di pêvajoya edlî de bê piştrastkirin. Rêxistinên jinan, malbatên mexdûran diyar dikin ku divê pêvajo bi awayekî zelal bimeşe. Di her rûniştinê de banga edaletê tê kirin.
 
Çi bibû?
 
Sala borî ajansa me bi nûçeya dosyayê derket holê ku Ayşegul Akdogan a bavê wê cerdevan, birayê wê serbaz e li Colemêrgê çeteyek ji 25 kesan pêk tê ava kiriye û bi şantaj û tehdîdan jin xistine nav lepê fuhuş û hişbirê. Piştî nûçeya ajansa me rêxistinên demokratîk, rêxistinên jinan, partiyên siyasî daxuyanî dan û mijar birin rojeva meclîsê. Li ser gilîkirina jina mexdûr P.K û malbata wê, der barê Ayşegul Akdogan de lêpirsîn hat destpêkirin û doz hat vekirin. Li rojnamegera me Rabîa Onver ku mijar derxist holê ewil lêpirsîn hat vekirin û piştre biryara cih ji lêpirsînê re tuneye hat dayîn.