
Jin li Wanê ji bo komxebateke aboriyê kom bûn
- 15:39 21 Tebax 2025
- Ked/Aborî
WAN - GABB'ê li ser hêzdarkirin û xuyabûna keda jinan komxebateke aborî li dar xist. Jinên ku li baxçeyên bajarî dixebitin ezmûnên xwe yên hilberîn û hevgirtinê parve kirin.
Li Wanê, Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) li ser hêzdarkirin û xuyangkirina keda jinan komxebateke aborî li dar xist. Komxebat li Akademiya Zarokan a Îpekyoluyê hate lidarxistin û Tevgera Jinên Azad (TJA), kooperatîfên jinan, Hevseroka GABBê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, hevserokên şaredariya navçeya Wanê, endamên meclîsê û gelek jin tevlîbûn.
Jinên ku di baxçeyên jinan ên bajarî de dixebitin ku ji hêla şaredariyan ve hatine vekirin, di atolyeyê de axivîn. Jinan ezmûnên xwe yên hilberîn û hevgirtinê di van baxçeyan de parve kirin û tekez kirin ku pêdivî bêtir ji van û qadên bi vî rengî heye û girîngiya wan ji bo derfetên hilberînê, hevgirtinê û qezenca darayî ya jinan destnîşan kirin.
'Jinan aborî afirandin'
Peri Orun, Seroka Yekîneya Aborî ya Rêveberiya Jinan a GABB'ê, di komxebatê de axivî û tekez kir ku aborî meseleya debara jiyanê û parastinê ye, û ne tenê domandina jiyanê ye. Peri Oran got, "Aborî parvekirin, nirxa kedê ye. Dema ku em behsa aboriyê dikin, em tenê li ser şîrket û pereyan difikirin, lê aborî nan û rûnê dayikan e. Ev ked xwêdana jinên ku li baxçeyê dixebitin e. Jinan aborî afirandin."
Piştre Hevseroka GABB'ê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku girêdana jinan bi axê û hilberîna ku ew li ser wê diafirînin vedigere sedsalan.
Aktîvîsta TJA'yê Azime Işik li vir axivî û diyar kir ku proje û keda jinan pir hêja ye û got, "Civak li ser keda jinan ava bû."
Piştî axaftinan, jinan daxwaz û pêşniyarên xwe ji bo projeyên nû pêşkêş kirin.
Komxebat bi govend û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.