Li Cizîrê atolyeya ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ pêk hat

  • 20:50 17 Tebax 2025
  • Rojane
ŞIRNEX –Li Cizîrê jin di atolyeya ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ de hatin gel hev. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî dixî û da zanîn ku kaosa li Rojhilata Navîn bi îdeolojiya rizgariya jinê dikare bê çareserkirin.
 
 Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  û Tevgera Jinên Azad (TJA)  li Cizîr a Şirnexê di çarçoveya atolyeyên ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ de li taxa Nur bi jinan re hatin gel hev. Berdevka Mecelîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî, parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli bûn.
 
Berîvan Bahçecî di atolyeyê de axivî û da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan pergala netewa demokratîk hatiye avkirinê û got: “Jiyana demokratîk a li Rojava bi saya têkoşîna jinan hatiye bidestxistin. Kaosa li Rojhilata Navîn bi îdeolojiya rizgariya jinan dikare bê çareserkirin.”
 
Newroz Uysal jî balkişand ser pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ û got wê jin pêşengiya vê pêvajoyê bikin.
 
Atolye bi nirxandinên jinan bidawî bû.