Ayşegûl Doğan: Divê bingeheke qanûnî ya pêvajoyê hebe

  • 14:42 15 Tebax 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser dijberiya Hakan Fîdan a li hemberî Kurdan û got, “Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in.”
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Ayşegul Doganê ji ewil bertek nîşanî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da û got operasyonên bi vî rengî mudaxileya li dijî îradeya gel e.  Ayşegul Doganê got ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe û ji bo vê divê gavên bibiryar bên avêtin. 
 
Bi domdarî Ayşegul Dogan diyar kir ku lidarxistina civîna sêyemîn a komîsyonê girîng e û got: “Em hêvî dikin ku dema ji bo komîsyonê hatiye veqetandin bi awayekî herî baş bê bikaranîn. Em li qadê dibînin ku bendewariyeke mezin a gel ji komîsyonê heye. Bêguman ji bo komîsyon bikare hedefên xwe bi cih bîne, hinek tişt pêwîst in. Pêwîstiya herî mezin jî ew e ku bingeheke qanûnî ya vê pêvajoyê hebe. Divê bi sererastkirinên hiqûqî, siyaseta demokratîk û aştiya civakî jî piştgiriyê bidin van her du xalan. Bi van re dikare wekhevî, edalet û azadî çêbibe. Ew jî ew sererastkirin jî têkildarî wekhevî, edalet û azadiyê de ne.” 
 
Hefteya pêş a komîsyonê
 
Ayşegul Dogan got ku dê di hefteya pêş de pêşniyar, agahî û tecrubeyan were guhdarîkirin û wiha berdewam kir," Me di serî de gotibû ku divê komîsyon li derdorên cuda yên civakî guhdarî bike. Di vê mijarê de komîsyon dê bi roleke girîng rabe. Dê di destpêka hefteyê de diyar bibe ka komîsyon dê vê hefteyê li kê guhdarî bike. Di pêvajoya pevçûnan de gelek kes li tirkiyeyê jê bandor bûn. Vaye dê li gotin û tecrûbeyên wan bê guhdarîkirin ku ev gelek biqîmet e. Em careke din bang dikin ku xwe bigihînin partiya me. Hûn dikarin rapor û nivîsên xwe ji me re ragihînin.”
 
‘Ne xeter e lê firsend e’
 
Ayşegul Dogan piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirseke têkildarî geşedanên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşegul Dogan wiha bersiv da: “Car bi car di navbera HSD û hêzên girêdayî hikûmeta demkî de pevçûn derdikevin. Hinek eşîrên Ereb li dijî HSD’ê daxuyanî dan. Lê em dixwazin tiştên li Sûriyeyê diqewimin rast bixwînin. Nêzikatiya partiya me zelal e; em dibêjin ku dema li vir çareserî tê pêşkeşkirin de divê bi Kurdên li Sûriyeyê re jî di nava lihevkirineke dîrokî û mayinde de bin. Lewma jî destkeftiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê, yên gelan, avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ji bo Tirkiyeyê ne xetere ye û dikare veguhere firsendê. 
 
Daxuyaniyên Hakan Fîdan
 
Hevserokê me yê giştî Tuncer Bakirhan got; ‘Bi qasî ez dizanim Hakan Fîdan di qebîneya Sûriyeyê de cih nagire.’ Bi rastî jî Fîdan daxuyaniyên wisa dide ku dibêjî qey di qebîneya Sûriyeyê de cih digire. Bi taybet jî di demên dawî de pir wisa dike. Zimanê Hakan Fîdan bi kar tîne, ne li gorî ruhê rîtma pêvajoyê ye. Li daxuyaniyên Fîdan ên ji destpêka pêvajoyê heta niha binêrin. Li ziman, gefên wî binêrin. Em wisa difikirin ku demogojiyê tercîh dike. Ev zimanê quretiyê tenê dikare destê dijberan xurt bike. Em bang lê dikin ku dev ji vî zimanî berde. Pêdivî bi zimanê çareserî û aramiyê heye.”