
Li Rihayê jinek hat kuştin
- 16:14 15 Tebax 2025
- Rojane
RIHA – Sînan Ejder jina pê re hatibû zewicandin Kadriye Ejder bi guleyekê kuşt.
Li navçeya Halîliye ya navenda Rihayê, Sînan Ejder jina pê re hatibû zewicandin Kadriye Ejder bi guleyekê kuşt. Piştre êrîşkar xwe jî kuşt. Piştî ku kesên li derdorê agahî dan, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di lêpirsîna destpêkê de hat destnîşankirin ku Kadriye Ejder û Sînan Ejder mirine.
Piştî lêkolîna cihê bûyerê cenaze ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî.