Li Cizîrê atolyeya ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ pêk hat 2025-08-17 20:50:08   ŞIRNEX –Li Cizîrê jin di atolyeya ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ de hatin gel hev. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî dixî û da zanîn ku kaosa li Rojhilata Navîn bi îdeolojiya rizgariya jinê dikare bê çareserkirin.    Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  û Tevgera Jinên Azad (TJA)  li Cizîr a Şirnexê di çarçoveya atolyeyên ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ de li taxa Nur bi jinan re hatin gel hev. Berdevka Mecelîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî, parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli bûn.   Berîvan Bahçecî di atolyeyê de axivî û da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan pergala netewa demokratîk hatiye avkirinê û got: “Jiyana demokratîk a li Rojava bi saya têkoşîna jinan hatiye bidestxistin. Kaosa li Rojhilata Navîn bi îdeolojiya rizgariya jinan dikare bê çareserkirin.”   Newroz Uysal jî balkişand ser pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ û got wê jin pêşengiya vê pêvajoyê bikin.   Atolye bi nirxandinên jinan bidawî bû.