
'Me dibin şertên giran de jiyan rêxistin dikir'
- 09:02 16 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Sevda Arcan a ku 14 sal şûnde ji girtîgehê derkte û balkişand ser şert û mercên giran ên girtiyên jin, got hewcedariyên esas nayên dayîn, pirsgirêkên tenduristiyê ji nedîtî ve tên.
Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) cezayên bi îdiaya ‘tevî ne endamê rêxistine û li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ hatine dayîn li dijî destura bingehîn dît û betal kir. Li ser vê Sevda Arcan a li girtîgeha Jinan a Erzînganê girtibû piştî 14 salan şûnde hat berdan. Sevda Arcan ya ji 17’ê Sibata 2011’an heta niha girtî bû û 17 sal ceza lê hatibû birîn, di 25’ê Tîrmehê de bi biryara dadgehê hat berdan.
Sevda Arcan ku 14 salan girtî ma der barê dijhiqûqiya ku hatine kirin de axivî. Sevda Arcan da zanîn ku l i girtîghan binpêkirinên mafan derketina asta herî jor û got: “Ji lêgerînê bigirin heta çûna nexweşxaneyan pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Hinek hevalên me ji ber nayên dermankirin pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn. Înfazên girtiyan ji ber sedemên vala dihatin şewitandin.”
‘Me serî netewand’
Sevda Arcan daxuyakirin ku wan tu car li dijî şertên giran yên girtîgehê serî netewandine û got: “Tevî hemû hewldanên me gavek erênî nedihat avêtin. Li nexweşxaneyan pirsgirêka kelepçeyê hebû. Doktor kelepçe venedikir. Ger fermandar bigota vebike wê vebikira. Em bi kelepçeyan li rîngan siwar dikirin. Rîng gelek xerab bûn. Me nikaribû bîhna xwe bigirin. Em bi îşkenceyê diçûn dihatin. Di 4-5 koxuşan de herî kêm 80 girtî hebûn. Koxuş tije bûn.”
Sevda Arcan di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Şertên jiyanê zehmet bûn. Zivistanê ji ber sermayê malbat nikaribûn bên. Dema em ji bo mafên xwe têdikoşiyan ceza dihatin birîn. Em ji her tiştî bêpar dihatin hiştin. Li wir mafdariya me giştek nediguhert. Mafê me dihatin xespkirin. Pisgirêka xwarinê hebû. Ji bo kesekî kevçiyek mast didan.Me hewcedarî ji kantînê digirt. Me bi piştgiriya malbatê debare dikir. Bi satilek av me sê çar kesan serê xwe dişûşt. Pisgirêka avê pir mezin bû.”
Pêkanînên dijmirovî
Sevda Arcan balkişand ser pirsgirêkên din û got: “Tuwalet û serşo yek bûn. Me jiyana xwe wisa didomand.Me pirsgirêk radigîhandin lê çareseriyek tunebû. Bêyî agahî her tim koxuşên me dihatin guhertin. Em 8 kes dan odeyekê. Xwegîhandina pedên hîjyenîk pir zehmet bûn. Em di ranzayekê de du kes radizan. Çar koxuş hebûn. Her yek li cihekî cuda bûn. Ne pêkanbû em bên gel hev. Pêvajoya çaeseriyê ya 2025’an ji yên din cudatire. Vê pêvajoyê kelecanek bi me da afirandin.Me êşên mezin kişandin. Daxwaza me ev e ku her du alî jî nemirin.”
‘Bêyî serokatiyê tiştek nayê çareserkirin’
Sevda Arcan di dawiya axaftina xwe de balkişand ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyakirin ku ev felsefe ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê belav bûye û got bêyî Abdullah Ocalan tiştek nikare bê çareserkirin. Sevda Arcan der barê sererastkirina qanûnî de jî axivî û got: “Dema me bihist em bi hêvî bûn. Gelek girtiyên nexweş hene. Hevalên ku pisgirêkên giran dijîn hene. Lê tişta divê di pakêta darazê de bihata kirin nehat kirin. Li girtîgehan ne edalet poşmanî tê ferzkirin. Em vê qebûl nakin.”