
Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat hat astengkirin
- 11:45 16 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Înstagramê li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) hesabê Ajansa Welat li Tirkiyeyê asteng kir.
Ajansa Welat ku li ser hemû platformên dîjîtalê weşanê dike cara duyemîn rastî astengiyê hat. Hesabê Ajansa Welat ê înstagramê (@ajansawelat1) li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) li Tirkiyeyê hat astengkirin.
Ajansa Welat diyar kir ku wê îtîrazî biryarê bikin û serî li rêyên hiqûqî bidin.
Hesabê nû yê înstagramê yê Ajansa Welat ev e: @AjansaWelat2