Konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin

  • 15:56 29 Hezîran 2025
  • Rojane
 
AMED - DEM Partî li Amedê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar dixe. Dayika Rozerîn Çukurê Fahriye Çukurê di konferansê de got: “Zarokên me li kolana lê mezin bûbûn hatin qetilkilrin. Di destên wan de çek tune bûn. Tevî vê jî em aştiyê dixwazin.” 
 
Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Navenda Kongreyan a Çand Amedê bi navê “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” konferansek li dar xist. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucdak, hevşaredarên navçeyan, malbatên Cemîle Çagirga û Rozerîn Çukurê ku di dema qedexeyên derketina kolanan de hatibû qetilkirin û malbata Mehmet Uytun ê 18 mehî ku di sala 2009’an de li Cizîrê bi fîşeka gazê ya polîsan hatibû qetilkirin jî tev li bûn. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Mazlum Dogan ji ewil axivî û got ku ew di pêvajoya nû de di ferqa berpirsyartiya xwe de ne û got: “Divê em bi hev re vê pêvajoyê civakî bikin. Ji bo zarok azad û biewle bijîn em ê bi zarokan re bixebitin.” 
 
Hevşaredar Serra Bucak jî beşdar silav kir û bal kişand ser girîngiya xebatên têkildarî mafên zarokan tên kirin. 
 
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî wiha got: “Em silav, hezkirin û rêzên xwe pêşkeşî birêz Abdullah Ocalan dikin ku bûye çavkaniya vê konferansa me. Em li xakeke dorpêçkirî dijîn. Gelo heke şer nebûya dê bûya? Dibe ku Cemîleyê guleya hewanê nas nekira, Ugur bi guleyan nehata qetilkirin, Mehmet bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest nedabûya. Veysel dê bi bombeya li dijî mitîngê jiyana xwe ji dest neda. Vaye di vê tabloya şer a vê sedsalê de her roj jiyana zarokan nîvco dimîne. Em jî ji bo ev rû nedin, hewl didin li ser têkoşîna aştiyê û xurtkirina civaka demokratîk biaxivin.” 
 
Piştî axaftinan, rûniştina yekemîn a bi sernavê “Şahidiya di dema şer û pevçûnan de” dest pê kir. Moderatoriya wê parêzerê Şaxa ÎHD’a Amedê Cîhan Kaya kir. Dayika Rozerîn Çukurê Fahriye û bavê wê Mûstafa Çukur, ji Navenda Hafizeyê Derya Bozarslan û aktîvîsta mafên zarokan Gozde Engîn axêver bûn. 
 
Ji ewil Fahriye Çukur axivî û wiha got: “Rozerîn hêj 17 salî bû. Min ew serê sibehê ji bo dibistanê amade kir û şand. Keça min bi yek guleyê hate qetilkirin. Em dayikên wan êşan e. Ez bangî hemû dayikan û gelê me dikim; em dilê xwe bikin yek, li pey zarokên xwe bin. Em daxwaza aştiyê bikin. Heke aştî li ser milên me be, em ji bo gavê biavêjin amade ne. Lê gelo dê aliyê din jî gavan biavêje? Tevî her tiştekî hêviya min heye. Em tevek dê bi hev re vî agirî vemirînin. Zarokên me li kolana lê mezin bûbûn hatin qetilkirin. Di destê wan de çek tune bûn. Tevî vê jî em aştiyê dixwazin. Em, ber bi aştiyê ve gav biavêjin. Em ji zarok û neviyên xwe re dinyayeke xweşik bihêlin û ji wan re dinyayeke xweşik ava bikn. Xwendin û nivîsandina min tune ye, li pêşiya min metnek tune ye. Metna min, di dilê min de ye.” 
 
Piştî axaftina Fahriye Çukurê beşdar rabûn ser pêyan û li çepikan xistin. 
 
Bav Mûstafa Çukur jî têkoşîna edaletê û bêhiqûqtiyên piştî qetilkirina Rozerînê jiyayîn vegot. Di vê navberê de Çukur hestiyar bû û bi zehmetî axivî. Çukur, wiha domand: “Pêvajoya wergirtina cenazeyê Rozerînê domiya. Çê çawa domiya? Malbatên li wir dijîn dizanin. Ji ber gotina xwe ya ‘Heke gotineke were avêtin hebe, ev bi birêz Abdullah Ocalan dikare were avêtin.’ hatim darizandin. Min got; ‘Rojek dê were hûn jî dê bên ser xebera min.’ Roja min behs dikir hat. Birêz Devlet Bahçelî gavekî girîng avêt. Bi banga birêz Ocalan re jî çek hatin danîn. Lê hêj jî dewletê gav neavêtiye. Balafir radibin, mirov dimirin, girtin hene. Girtiyên nexweş hene. Qet nebe ji wir dest pê bikin. Pêvajoyên diyalogê bi malbatan re dibe. Bi malbatên her du aliyan dibe.” 
 
Ji Navenda Hafizeyê Derya Bozarslan jî têkildarî Navenda Hafizeyê agahî da. Piştre jî diyar kir ku di pêvajoyên şer de wan şahidiya neheqî û binpêkirinên li dijî zarokan kirine. Derya Bozarslan, xebatên li dijî vê rewşê vegot û zarokên ji ber teqîna mayinan, wesayîtên zirxî, êrişên bombeyî û çekdarî jiyana xwe ji dest dayin bi bîr xist. Derya Bozarslan, wiha domand: “Derdê me yê sereke pirsîna lêgerîna edaletê ya malbatan e. Mijara necezakirinê mijareke cuda ye. Hema hema hemû malbat li ser cezakirina faîlan disekinin. Necezakirin çiqas xurt be, lêgerîna edaletê jî ewqas xurt dibe. Têkoşîneke xurt a malbatan heye.” 
 
Herî dawî jî parêzer Gozde Engîn axivî û der heqê binpêkirinên piştî pêvajoya 2013-2015’an û xebatên wan kirine vegot. Gozde Engîn, got: “Divê em aştiyê civakî bikin da ku paşvegav neyên avêtin. Divê her kes bi vê berpirsyartiyê tevbigere.” 
 
Rûniştina yekemîn, bi nêrîn û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû. 
 
Konferans, bi rûniştina duyemîn a konferansê ya bi sernavê “Bandora şer û pevçûnan a li ser zarokan” domiya.