Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin

  • 15:54 29 Hezîran 2025
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Şaredariya Kerboranê ji bo zarokan şahiyek li dar xist. 
 
Şaredariya Kerboranê ya Mêrdînê ji bo zarokan şahî li dar xist. Di şahiyê de zarokan rûyê xwe boyax kir û karekterên xêzefîlman xêz kirin. Zarok, tev li malbatên xwe tev li bûn û kêliyên xweş jiyan. Hevşaredar Asya Gezer, di şahiyê de bal kişand ser eleqeya zarokan û got: “Kenê li ser rûyê zarokên me, ji bo me kefyxweşiya herî mezin e.”