Ji Weqfa Nêrgîs daxuyanî: Mahrang Belucî berdin

  • 15:49 26 Gulan 2025
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Nêrgîs daxuyaniyek nivîskî weşand û banga berdana bijîşk Mahrang Belucî kir.
 
Weqfa Nêrgîs ku navê xwe ji xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgîs Mihemedî girtî û di qada mafê mirov û jinan de dixebite, ji bo berdana bijîşk Mahrang Belucî ku li herêma Pakistan û Belucistanê de pêşengtî ji xwepêaşndanan re kiribû û polîtîkayên dewletê rexne kiribû hate binçavkirin bang kir.
 
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Weqfê ve hatî weşandin de hate diyarkirin ku ji girtina Mahrang Belucî bi fikar in û ev tişt hate gotin:
 
“Bi xwe ev du meh e di bin çavan de ye, ev pêvajoya girtînê di aliyê hiqûqa mafê mirovan a navnetewî de pirsgirêkên cidî bi xwe re tîne. Em wek weqf daxwaz dikin demildest bijîşk Mahrang Belucî bê şert were berdan. Dawî li hedefgirtina xwepêşandanên aştiyane bînin û bijîşk Mahrang Beluc, Gulzadî û Beebow Belucî jî di nav de em beşdarî bangên pisporên mafê mirovan ên serbixwe yên Netewên Yekbûyî yên ji bo parêzvanên mafê mirovan ên Belucî werin berdan dibin.”
 
Di daxuyaniyê de piştevaniya jinên bi cesaret yên Îranê ji bo bijîşk Mahrang Belucî û Nêrgîs Mihemedî hate bi bîrxistin û wiha hate gotin: “Niha herçend ji ber girtinê dengê wê hatibe qutkirin, dengvedana têkoşîna wê ya edalet û azadiyê sînor derbas kiriye, didome.”
 
Bû dengê jinan
 
Bijîşk Mahrang Belucî yek ji bi sedan Beluciyên ku li welat bavê wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine winda kirine. Windakirina bavê wê wek sedemê herî girîng ku bijîşk Mahrang Belucî di qada mefê mirovan de bi xebite tê îfade kirin. Bijîşk Mahrang Belucî li Pakistanê, li dijî bi zorî windakirin, girtinên keyfî û binpêkirinên îfadeya azadiyê bi taybet bû dengê jinan. Di dawiya sala 2024’an de ji ber pêşengî ji xwepêşandanan re kiriye û polîtîkayên dewletê rexne kiriye hat binçavkirin.