
Şêniyên Melesê li dijî talankirina xwezayê li ber xwe didin
- 09:06 23 Hezîran 2025
- Ekolojî
Rojda Aydin-Dîlan Babat
ŞIRNEX - Gundê Melesê ya Elkê bi zextên cerdevanan re rû bi rû ye. Gundî bi nehiştina birîna daristanan li dijî wêrankirina xwezaya ku tê xwestin ji bo avakirina qereqoleke leşkerî were bikaranîn, li ber xwe didin. Şêniyên gund destnîşan kirin ku ew ê dev ji xaka xwe bernedin.
Li Kurdistanê bi taybetî li derdorî Şirnex, Colemêrg û Dêrsimê bi awayekî sîstematîk birîna daristanan zêde bûye. Ev qirkirin ne tenê pirsgirêkek jîngehî ne, di heman demê de wêrankirina polîtîk, sosyolojîk û ekolojîk jî bi xwe re tîne. Her çiqas hikûmeta AKP'ê van qirkirinan bi sedemên "ewlehiyê" rewa dike jî, ev komkujî bi piranî di heman demê de têne kirin. Ji sedî 7’ê qadên daristanî hatin tunekirin. Li Şirnexê, tenê li herêmên çiyayên Besta û Cûdî di navbera salên 2023 û 2025'an de nêzîkî 500 hezar ton dar hatine birîn.
Operasyonên qirkirinê pir caran li deverên ku ji hêla cerdevanên gundan ve û di bin çavdêriya leşkerî de wekî "herêmên ewlehiyê yên taybet" hatine îlankirin, hatin kirin. Rojane nêzîkî 100 kamyon dar, heftane hezar û heta 1200 ton dar dibirin. Li gorî daxuyaniyên Baroya Şirnexê, ji sedî 7’ê deverên daristanî yên herêmê wêran bûne. Zêdetirî 3 salan e ku li Cûdî, Gabar û Bestayê birîna daristanan bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Ev daristan ji bo gelê herêmî yên wekî çandinî, xwedîkirina sewalan û mêşvaniyê qadên jiyanê yên bingehîn pêk tînin.
Cerdevanên girêdayên Babatan ser karin
Wêrankirina xwezayê ku li gelek deverên Şirnexê hatiye jiyîn, vê carê li gundê Melesê ya navçeya Elkê hate rojevê. Hat ragihandin ku cerdevanên di bin fermandariya Serparêz (korucubaşı) Hazim Babat û Şehmûz Babat de çûn gund da ku ji bo daran bibirin ji gundan îmze kom bikin. Hate diyarkirin ku cerdevanan dixwestin ji bo birîna daran îmzeyan ji gundiyan bistînin, lê şêniyên gund li dijî vê yekê derketine.
Piştî ev tiştê hatiye jiyîn, gundiyan telefonê Mudîriyeta Daristanan kirine û rewş ragihandine. Hat hînbûn ku di dema hevdîtinê de rayedaran gotine, "Heta ku hûn îmze nekin, em ê destûrê nedin birîna daran."
Lê belê, şêniyên gund îdia kirin ku li pişt komkujiya daran armanceke din heye. Li gorî îdîaya gundiyan, cerdevan dixwazin qada daristanê vala bikin da ku li serê gund qereqolek leşkerî ava bikin.
Gundiyên ku ji bo parastina jîngehên xwezayî têdikoşin, diyar kirin ku ew ê pêvajoyê bişopînin.
Rihan Olmez (70) ku ji gundê Melesê ye bertek nîşanê talankirina xwezaya Kurdistanê da û got ku li gelek deverên Şirnexê xweza bi desten cerdewan û leşkeran tên talankirin. Rihan Olmaz, bi lêv kir ku niha jî tê xwestin ku xwezaya gundê wan bê talankirin û wiha got: “Em naxwazin ku darên me bên birin. Em naxwazin rê li daristanê bê vekirin û xwezaya me talan bikin. Ger ku darên me hemû bên birin em ê jî hemû li vir pêrîşan bibin. Dê gelek nexweşî çêbibin. Cerdevan hatin gundê me û xwestin em kaxizan îmze bikin da ku darên me bibirin. Lê belê me ew îmze nekirin û em qebûl nakin ku darên me bibirin. Li vê daristanê sewalên me dijîn, em dijîn. Em hemû pêdiviyên xwe yên jiyanê ji vê daristanê pêk tînin. Ger ku hemû bên birîn êm ê çi bikin, çawa bijîn? Ger ku ev daran bibirin û bifroşin dê çi bikeve destên wan? Dar û xweza ji bo wan feydetir e. Ji ber vê yekê bila destên xwe nedin darên me.”
‘Em ê li ser xaka xwe bin’
Rihan Olmez, diyar kir ku ger dar bên birîn dê bi vê yekê re nexweşî jî zêde bibin û wiha pê de çû: “Di gundê me de heta niha tu nexweşî çênebûne û tune ne. Em jiyana gundê xwe gelek hez dikin.” Rihan Olmaz, da xuyakirin ku cerdevan vê biharê hatine gundê wan ji bo îmzeyan û ev tiştan got: “Gundiyan vê yekê qebûl nekir û wan paşve şandin. Gundiyên vê derê yek naxwaze darên wan bên birîn. Em ê tu carî jî qebûl nakin. Niha noqteya leşkeriyan di biharê de anîne têketina gund de. Nêzî mehekê ye vê noqteyê anîne vê derê. Ez 50 salin vê gundê me û 50 salin di nava vê xwezayê de dijîm. Bila destên xwe ji darên me vekişînin. Ne jin, ne mêr û ne jî zarok vê yekê naxwazin. Em hetanê bimirin jî em ê li ser xaka xwe û gundê xwe bin.”
Xêlya Şeker (40) jî ku ji gundê Melesê ye destnîşan kir ku ew naxwaze xwezaya wan bê talankirin û got ku birîna daran xisareta wê heye, feyda wê nîne. Xêlya Şeker bi lêv kir ku ew xwedîkirina sewalan li vê xwezayê dikin û ger ku dar hemû bên birîn dê nikaribin êdî sewalan xwedî bikin. Xêlya Şeker, wiha pê de çû: “Em naxwazin darên me bên birîn. Lê belê cerdevan û leşkerî bela xwe ji me venadin. Bi zorê dixwazin ku darên me bibirin. Lê em destûrê nadin vê yekê. Birîna daran hîn destpênekiriye, lê belê ji bo wê ji me îmze xwestin. Lê me îmze nekir. Ew sed carê jî bên em ê îmze nekin û destûrê nedin. Daristanên li herêma Gorangehê ku li jora gunde dixwazin bibirin. Sewalên me bi salanin diçin wan deran. Ger ku ew dar bên birîn dê jiyana me jî gelek zehmet bibe. Wateya jiyana me namîne. Bi birîna daran dixwazin gundiyên vê derê koçber bikin. Lê ew me bikûjin jî em dev ji axa xwe bernadin. Axa ba û bapîrê me ye. Em tu carî axa xwe ji bîr nakin.”
Li Kespiyanîşî talan
Ji aliyekî din ve, hat gotin ku li gundê Kespiyanîşî talankirina xwezayê hatiye destpêkirin û dar hatine birîn. Her wiha hat zanîn ku ji bo qirkirina daran a li gundê Hemkan jî ji şêniyên gund îmze hatine xwestin, lê wan îmze nekiriye.