Çalakiya bîranînê ya ji bo Zeynep Kinaci û Sema Yuce
- 20:17 29 Hezîran 2025
- Rojane
STENBOL - TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partiyê li Stenbolê ji bo Zeynep Kinaci û Sema Yuce bîranînek li dar xist. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku xeta azadiya jinên Kurd bi çalakiya Sema Yuce û Zeynep Kinaci ve hatiye avakirin û peyama ku têkoşîna azadiya jinan dê berdewam bike hate dayîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce (Serhildan-Leyla) yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, li Rêxistina Navçeya Baxcilarê ya DEM Partiyê merasîmek bîranînê li dar xistin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA, endam û rêveberên DEM Partiyê gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Li hola ku bîranîn lê hate lidarxistin, wêneyên Zeynep Kinaci û Sema Yuce, pankartên bi nivîsên "Silav ji roja me re, silav ji berxwedana zindanan re", "Rêberên daîmî dê di têkoşîna me de bijîn", û "Werin em li ser xeta Zîlan xwe bi rêxistin bikin, bi rêber Apo re azad bibin" hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtinê sinevizyon hat temaşekirin. Her wiha helbest hatin xwendin.
Aktivista TJA'yê Sevcan Kadiroglu da zanîn jinên têkoşer xeta jina azad diyar kirine.
Çalakiya bîranînê bi stranên ku ji hêla hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) ve hatin pêşkêşkirin bi dawî bû.