
Gumanbarê destdirêjiyê sewqê edliyeyê hat kirin
- 10:55 7 Hezîran 2025
- Rojane
STENBOL-Li Kadikoy a Stenbolê gumanbar Y.Z.A li jinan ku li ser çapemeniya civakî weşana zindî dikir, destdirêjiya gotin û fîzîkî kiribû. Gumanbar piştî îfadeyali emniyetê sewqê edliyeyê hat kirin.
Li Kadikoy a Stenbolê gumanbarê bi navê Y.Z.A yê 71 salî li jinan ku li ser çapemeniya civakî weşana zindî dikir, destdirêjiya gotin û fîzîkî kiribû. Piştî dîmenan gumanbar hat binçavkirin. Gumanbarê birin Midûriyeta Emniyeta Stenbolê, piştî îfadeyê sewqê edliyeyê hat kirin.
Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîndidome.