Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekirin
- 15:08 7 Hezîran 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji ber ku goreke ku ziyaret bikin nîn e, ji ber vê qet cejn pîroz nekiriye û li Qada Galatasarayê hezkiriyên xwe bi bîr tînin.
Dayikên Aştiyê bi boneya aqûbeta windakiriyan bipirsin, di hefteya hezar û 54'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ku li Qada Galatasarayê kom bûn, vê hefteyê aqûbeta Veysel Guney ê di serdema darbeya 12'ê Îlonê de hat girtin û piştre hat darvekirin pirsîn.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu jî beşdarî daxuyaniyê bû. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Zeynep Yildiz, anî ziman ku xizmên girtiyan gora zarokên wan ên ku di Cejnan de biçin ziyaret bikin tune ye û wiha got: “Dayik ji bo qurnefilê dînin ser gorên xizmên xwe tên Qada Galatasarayê. Veysel Guney ê 24 salî di serdema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de winda kirin. Di 28’ê kanûna 1980'yî de li Dîlokê bi ser mala wî de girtin û binçavkirin. Li 2'yemîn Dadgeha Leşkerî ya Awarte ya Herêma Edeneyê hat darizandin. Danişîna ewil di 6'ê sibata 1981'an de pêk hat. Herî dawî di 10'ê Hezîrana 1981'an de ceza kirin û li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê darve kirin. Piştî darve kirin cenazeyê wî winda kirin. Serbaz Burhan Erdem belgeya bi hêjmar 266'an dan û gotin me cenaze daye. Lê cenaze teslîmî malbatê nekirin. Malbat û xizmên Guney bi salan li cenaze geriyan. Lê hîn ne cenaze û ne jî gora Veysel Guney li holê heye. Veysel Guney darve kirin û cenazeyê wi winda kirin.”
Piştî çalakiyê Dayikên Şemiyê qurnefil danîn Qada Galatasarayê û belav bûn.