
Bi mûçeya teqewitbûnê nikarin cejnê pêşwazî bikin
- 09:02 3 Hezîran 2025
- Ked/Aborî
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Jinên ku bertek nîşanî îkramiya teqawidbûnê ya ku ji bo cejnê tê dayîn û gotin: "Îkramiyeya ku tê dayîn têra kirina şekirê cejne nake. Xelk dê çawa debara xwe bike. Divê şert û mercên teweqitan bê başkirin."
Ji ber ku li Tirkiyeyê krîza aborî kûrtir dibe, debara jiyana jin, xwendekar, karker, kedkar û teqawîtbûyî her ku diçe dijwartir dibe. Bi nêzbûna cejnê re bi taybetî jî teqawit li benda ikramiyeyê dimînin. Kesên teqewit bertek nîşanî nêzikatiya îktîdarê didin û dibêjin îkramiye ne bi xêra xwe didin û mafê wan e.
Jinên teqawîtbûyî li ser rewşê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser daxwazên xwe.
'Îkramiye têra kirina şekirê cejnê nake'
Endama Sendîkaya Teqewîtan (Tûm Emeklî Sen) Fatma Kalyan, diyar kir ku daxwaza wan a bingehîn têkoşîna sendîkayan e û ew dixwazin mafên xwe yên sendîkayî yên teqawidbûyî bi kar bînin. Fatma Kalyan, anî ziman ku ew
daxwaza qebûlkirina Tûm Emeklî Senê dikin û got: "Bêyî sendîka em nikarin mafên xwe biparêzin. Piştî teqawidbûnê ji ber gelek guhertinên biryarnameyên em mafên xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê zêdekirina mûçeyên ji bo teqawîtbûyîn her tim di bin enflasyonê de ye. Ji ber ku enflasyon rast nayê dayîn. Em dixwazin mûçeya teqawîtbûnê li gorî rêjeya enflasyonê bên hesabkirin û bi awayekî însanî bijîn.”
Fatma Kalyan, anî ziman ku bi taybetî di nexweşxaneyan de pirsgirêk tên jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Roj bi roj buhaye dermanan zêde dibe. Her meh em zêdetir mexdûr dibin. Niha cejn tê. Dê niha îkramiye bidin lê ev îkramiye têra kirina şekirê cejnê nake. Ji ber vê yekê em weke kesên teqawît şert û mercên wekhev dixwazin."
Mamosteya teqawîtbûyî Asiye Yagan jî derbarê mijarê de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em dixwazin bi însanî bijîn. Zarok birçî diçin dibistanê û gel bi zehmetî debara xwe dike. Hûn dizanin, dibêjin me serdemek derbas kiriye, me çawa serdemek derbas kiriye? Zarok birçî radizên, nikarin xwarinên saxlem bixwin. Penîr, zeytûn, şîr, hêk nikarin bikirin. Em nekarin mûçe bigirin. Tezmînatên me nayê dayîn. Mirovên li derveyî welat mûçeyên xwe digirin û ji bo betlaneyê tên Tirkiyeyê. Em bi mûçeyên xwe nikarin debara xwe bikin. Rewşa teqawidan jî xirabtir e. Kirê jixwe bîst hezar e. Elektrîk, av, gaza xwezayî, telefon, pirsgirêkên tenduristî. Ji ber vê yekê dê çi bixwin û vexwin? Kes li ser wê yekê nafikire. Em dixwazin bijîn."