
Daxwaza girtina Mûsa Orhan hat redkirin
- 13:56 29 Gulan 2025
- Hiqûq
ÊLIH - Danişîna ewil a doza Mûsa Orhan ku destdirêjî li Îpek Erê kiribû û bûbû sedema mirina wê û bi sûcê “Kesek a din arastayî întîharê kiriye” tê darizandin, hat lidarxistin. Mûsa Orhan tev li danişînê nebû û daxwaza girtina wî hate redkirin.
Danişîna ewil a doza Mûsa Orhan ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê destdirêjî li Îpek Er kir û bû sedema mirina wê û bi sûcê “Kesek arastayî mirinê kiriye û întîhar hatiye kirin” tê darizandin, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê hat lidarxistin. Orhan tev li danişînê nebû.
Bijîşkê ku weke şahid lê hate gudarîkirin, wiha got: “Bi birîndarî anîn û me jî mudaxileya ewil kir. Got ku kesê bi navê Mûsa Orhan destdirêjî lê kiriye û ji ber vê jî întîhar kiriye. Piştî mudaxileya ewil, me sewqî nexweşxaneyeke taybet a Êlihê kir.”
Ji Komeleya Jinan a Rozayê Çîgdem Ertak jî xwest beşdarî dozê bibin û got: “Em dixwazin bersûc bê cezakirin.”
Parêzera malbata Îpek Erê, Gulan Çagin Kalelî jî got: “Ji hêla malbatê ve rewşeke travmatîk e. Ev doz 5 sal berê dest pê kir. Îpek Er beriya jiyana xwe ji dest bide rayedar agahdar kir. Lewma ev doz ne tenê doza Mûsa Orhan e. Rewşeke rêzexemsariyan heye. Nikarin xwe bigihînin Mûsa Orhan. Nayînin dadgehê. Parêzerê wî jî nayê. Hincetekê jî nîşan nade.”
Gulan Çagin Kalelî, wiha domand: “Li gorî me dozgerên di vê dozê de cih digirin, peywira xwe nebaş bi kar tînin. Îpek Er, ji dozgeriya Sêrtê re got; ‘Ez xwe baş hîs nakim, ez ê întîhar bikim.’ Tevî vê jî dozgeriyê tu kirariyek nekir. Heman rewş li ATK’ê jî hate jiyîn. Di muayeneya bedenê de Îpek Er ev rewş anî ziman lê tenê muayeneya bedenê hate kirin, tu biryarên ji bo piştgiriya psîkolojîk nehatin dayin. Em dixwazin ku der heqê çawişên pispor ên bi navên Alî, Sûat û Sedat de muzekere were nivîsandin û bên darizandin. Li nexweşxaneyê gef li birayê Îpek Erê hatin xwarin. Em dixwazin ji bo vê muzekere were nivîsandin û Mûsa Orhan di danişîna din de bê amadekirin. Em dixwazin birtî were darizandin.”
Dozger xwest ku daxwaza tevlibûna komeleyê were qebûlkirin û weke şahid li çawişên pispor Sûat I. û Sedat O. û li xebatkarên tenduristiyê O.C. û F.D. û li birayê Îpek Erê Hakan Er were guhdarîkirin. Dozger, xwest ku navnîşana Mûsa Orhan were tespîtkirin.
Şandeya dadgehê ji bo tespîtkirina navnîşana Orhan xwest ji Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê re muzekkere were nivîsandin û dema hate tespîtkirin jî li ser SEGBÎS’ê îfadeya wî were girtin.
Dadgehê qebûl kir ku weke şahid li çawişên pispor û xebatkarên tenduristiyê were guhdarîkirin. Her wiha dadgehê daxwaza girtina Orhan red kir. Danişîna dozê taloqî 16’ê Cotmehê hate kirin.