
Danişîna doza Narîn Guran dest pê kir
- 10:35 30 Gulan 2025
- Hiqûq
AMED - Danişîna 4’emîn a doza 15 kesên di cînayeta Narîn Guran de ji ber sûcê “Veşartina sûcdaran” tên darizandin, dest pê kir.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlona heman salê de hate dîtin. Doza têkildarî mirina Narîn Guranê didome. Têkildarî mirina Narîn Guran du dozên cuda hatin vekirin. Doza der heqê dayika Narîn Guran Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, mamê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar di 28’ê Kanûnê de biencam bû. Cezayê muebbeta girankirî li endamên malbata Guran hate birîn û 4 sal û 6 meh cezayê hefsê jî li Bahtiyar hate birîn.
Di cînayeta Narîn Guran de doza ji ber sûcê “veşartina sûcdaran” hatiye vekirin jî li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê didome. Di dozê de dotmama Narîn Guran ya bi navê Bîrsen Guran, mamê wê Fûat Guran, jinmama wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, kurmetê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran ê bi navê Mehmet Selîm Atasoy weke gumanbarên girtî; keçmeta Narîn Guranê ya bi navê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran û 3 zarokên din weke bersûcên negirtî tên darizandin.
Danişîna 4’emîn a dozê dest pê kir. Bersûc, parêzerên wan û xizmên bersûcan tev li danişînê bûn. Nehiştin rojnameger dozê bişopînin.
Tê payin ku şandeya dadgehê îro biryara xwe bide.