
NADA: Dawî li şerê Xeza û Sudanê bînin
- 11:33 30 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevgirtina NADA’yê xwest dawî li şerê li Xeza û Sûdanê were û alîkariyên mirovî ji bo her du welatan werin gihandin.
Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) der barê şerê li Xeza û Sûdanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji Cotmeha 2023’yan ve Xeza bi jenosîdeke belgekirî ve rû bi rû ye. Hat diyarkirin ku ev jenosîd ji aliyê “hevbendiya emperyalîst a navneteweyî û bêdengiya Ereban” ve tê piştgirîkirin.
Li gorî daxuyaniyê, ji ber şerê li Xezayê bi deh hezaran jin û zarok jî di nav de zêdetirî 54 hezar kes hatine qetilkirin, zêdetirî 123 hezar kes birîndar bûne û bi deh hezaran kes winda ne. Li vê herêmê dorpêç û birçîbûnê dewam dikin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku ji bombebarankirin û koçberkirina bi darê zorê wêdetir rê nayê dayîn ku alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bibin. Hate gotin, qedexeya derbaskirina alîkariyan rêbazeke din a jenosîdê ye û li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye.
Der barê Sûdanê de jî hat bibîrxistin ku ji 15’ê Nîsana 2023’yan de Sûdan di nava şerekî topyekûn de dixeniqe. Hate diyarkirin ku di encama şerê zêdetirî 150 hezar kes hatin kuştin û 12 kes koçber bûne û nexweşiya kolerayê jî belav bûne.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em dibînin ku berpirsên rewşa li Sûdan û Filistînê ev in:
*Siyonîst, wekî sûcdarê jenosîdê ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên din ên emperyalîst destekê didin êrişê û kujeran diparêzin.
*Rejîmên Ereban ên paşverû jî ji piştgiriyeke siyasî û aborî didin da ku jenosîdên li dijî gelên Filistînî û Sûdanê berdewam bikin.
*Aliyên nakok ên li Sûdanê, welat kirine qada şerekî vekirî û rê li ber hilweşînê vekirine.
*Saziyên Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî erkê xwe yê exlaqî û qanûnî bi daxuyaniyên “fikar û banga aramiyê” veguherandine û qebûl kirine ku bibin hevkarên sûc.”
NADA’yê di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir:
*Tavilê şer û qirkirinê li Xezayê rawestînin, dorpêçê rakin, bêyî şertên pêşîn an jî bêyî navbeynkaran, bi rêya mekanîzmayeke dadperwer û bêalî ya NY’ê alîkariyên mirovî derbasî herêmê bikin.
*Tevî deriyên sînorî bi awayekî daîmî vekirin, bihêlin sotemenî, derman û ava paqij derbasî herêmê bibin.
*Sûdanê wekî herêmeke tenduristî û mirovî ya bobelatê ragihînin û korîdorên bijîşkî yên lezgîn vekin.
*Şerê li Sûdanê tavilê rawestînin, alîkariyan wekî kaxezek siyasî yan çekek danûstandinê neyê bikar neynin.
*Berî ku şewba kolerayê bi temamî ji holê rabe û xizmetguzariyên bingehîn werin misogerkirin, propogandaya vegera koçberan nekin.
*Gihandina çekan ji aliyên ku destên wan di jensîdan de hene rawestînin, cezayan li dewlet û şîrketên ku destekê didin şeran bibirin.”