Xizmên windayan:Em dest ji têkoşîna xwe bernadin
- 15:25 7 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidarxistin û gotin: "Ger aştî pêk were bila hestiyên me bidin me, da ku goreke me jî hebe. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê hefteyê jî bi daxwaza; 'Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin' li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidarxistin.
Amed
Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 852’yemîn a çalakiya xwe de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li Amedê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hatine windakirin û ‘’failên wan nediyar in’’ hatin hilgirtin û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Vasif Ozturk ê ku di 1’ê Hezîrana 1994’an de li Gundê Cimar ê girêdayî naçeya Pasûr a Amedê hatî revandin, hate pirsîn.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Li Êlihê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 688’emîn a çalakiya xwe de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin li ba hev. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘’Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’’ hate vekirin û li gel mafparêzan Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û rêveberên MEBYA-DER’ê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Agabey ê ku di 28’ê Gulana 1994’an de hatî windakirin hate pirsîn û çîroka Îsmaîl Agabey hate xwendin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 178’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin li ba hev. Xizmên windayan, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsa ‘’Fail diyar in, winda li ku derê ne?’’ û ‘’Bila winda werin dîtin, fail werin darizandin’’ hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Şavaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên 31 salan beriya niha di 3’yê Hezîrana 1994’an de bi zorê hatin revandin û piştre hatin qetilkirin daxwaza edaletê hate kirin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.