Ji MED-DER’ê li dijî asîmîlasyonê berxwedana ziman

  • 09:05 7 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
 

AMED-MED-DER’ê bi zarokan re tê gel hev û çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de bernameyên xwe didomîne. Mamosteyên ziman diyar kirin  ew çanda xwe ya ku hatiye asîmîlekirin didin jiyîn.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) demên dawî de li Amed û gundên wê der barê zarokande bernameyên ziman pêk tîne. Di bernameyan de ligel pêşxistina ziman heman demê de ji bo çanda xwe baş nas bikin jî derfet diafirînin. Mamosteyê ziman der barê bernameyan de axivîn.

‘Zimanê me asîmîle bûye’

Mamosteya Dimilkî Nîhal Orhan da zanîn ku zimanê Dimilkî pir şûnde maye û got: “Ji bo zimanê me winda nebe em gund bi gund xebatên xwe didomînin. Em dixwazin zimanê me bijî. Divê malbat bi zarokên xwe re dimilkî biaxivin. Divê em ji bo zimanê xw etêbikşin. “

‘Bila zarok bi zimanê xwe perwerdê bibînin’

Mamosteya Kurdî Berîvan Duman jî da zanîn ku divê hemû zarok bi zimanê xwe mezin bibin û perwerdê bibînin. Berîvan Duman wiha dirêjî dayê: “Li Amedê Zarokîstan heye. Malbat dikarin bên qeyda zarokên xwe bikin. Em çarçoveya 15’ê Gulanê de li gundan xebatan dimeşînin.Ji vir şûnde jî em xebatan dimeşînin. Bila malbat bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Axaftina Kurdî gelek girînge.”

‘Divê em berpiirsyariya xwe bînin cih’

Berîvan Duman wiha dirêjî dayê: “Lig elek bajaran Zarokîstan heye. Em ê saziyên xwe zêdetir bikin. Em dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî. Mafê her zarokî yê perwerdehiya bi zimanê hayîkê heye. Em ê di vê mijarê de berpirsyariya xwe bînin cih.Heta ku em bikaribin em ê xwe bigihînin her derê.”