‘Bila girtiyên nexweş bên berdan'
- 16:23 28 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin: "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc."
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Di daxuyaniyan de banga demildest berdana girtiyên nexweş hat kirin.
Stenbol
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya 766'emîn a "Rûniştina F"yê de ku li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiya nexweş Havva Ak hat sekinandin ku 22 sal in girtî ye û di Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de ye.
Di daxuyaniyê de pankartên "Bila girtiya nexweş Havva Ak bê berdan", "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin vekirin.
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê Meral Nergîs Şahînê metna daxuyaniyê xwend.
Enqere
Înîsyatîfa Azadî Ji Girtiyên Nexweş Re, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 638'an a çalakaiya xwe de careke din li Kolana Sakarya ya Kizilay a Enqereyê kom bû û daxuyanî da.
Di daxuyaniya vê hefteyê de hat diyarkirin ku çalakiya vê hefteyê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de hatiye lidarxistin.
Hevseroka Şaxa ÎHD a Enqereyê Sevîl Tûrgûtê, destnîşan kir ku tundiya li ser jinan li girtîgehan jî didome û bal kişand ser rewşa gritiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin.
Sevîl Tûrgûtê bilêv kir ku tenduristiya girtiyên nexweş her diçe xirabtir dibe û got ku sewqkirina nexweşxaneyan bi derengî tê xistin, ferzkirina muayeneya bi awyaê kelemçekirî didome û pêdiviyên paqijiyê nayên dabînkirin. Sevîl Tûrgûtê destnîşan kir ku berdana girtiyên nexweş bi kêfî tê talqkirin.
Îzmîr
Şaxa ÎHD a Îzmîrê çalakiya xwe ya ku ji bo balê bikêşe ser rewşa girtiyên nexweş ku du hefteyan carekê li ber SumerBanka Kevin a navçeya Konakê li dar dixe, domand. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê û binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyê nexweş Ayhan Kavak. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nebe şirîkê sûc” hat vekirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Nûnera ÎHDê ya Herêma Egeyê Vetha Aydin ve hat xwendin.
Vetha Aydin diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtiyên nexweş ji ber polîtîkayên înfazê yên cudakar û astengiyên keyfî yên burokratîk, hîn jî ji mafên xwe yên herî bingehîn ên tenduristî û jiyanê bêpar tên hiştin û bal kişand ser nîqaşên demokratîkbûn û aştiyê û got: “Di serdemeke wiha de ku îradeya demokratîkbûyîn û aştiyê tê nîqaşkirin, yek ji gavên herî lezgîn û şênber ên ku divê bên avêtin ew e ku dawî li van binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê anîn û girtiyên nexweş ên giran demildest bêne berdan.”
Vetha Aydin da zanîn ku Ayhan Kavak ê di sala 1964'an de ji dayik bûye, ji sala 1999'an vir ve nêzîkî 27 salan e li girtîgehan tê girtin û got: “Bi salan e li dijî gelek nexweşiyên giran û kronîk têdikoşe. Di serî de spondîlîta ankîlozan, nexweşiyên wî yên romatîzmal û ortopedîk ên di asta pêşketî de, fîtîqa piştê û helîna hestiyan hene. Ji ber van nexweşiyan tevgerên wî bi awayeke cidî sînordar bûne, di lingê wî yê rastê qopbûneke berbiçav pêk hatiye û roj bi roj meş jê re zehmettir tê.”
Vetha Aydin destnîşan kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Ayhan Kavak bi nexweşiyên ortopedîk ve sînordar nînin û got: “Di çavên wî de kêmbûna dîtinê ya di asta pêşketî de heye û berçavikên bi numreyên bilind bi kar tîne. Her wiha nexweşiya rîtmê ya dil, tansiyona bilind, kêmxwînî, astim, gûatr, birîna mîdeyê, nexweşiyên diran û gelek nexweşiyên cuda yên romatîzmal hene. Hebûna van nexweşiyan bi hev re, şopandina birêkûpêk a bijîşkên pispor, dermankirina bênavber a bi dermanan û şert û mercên lênêrînê yên guncav ferz dike. Bi taybetî sînordarbûna tevgerê ya ku bi helîna hestiyan re pêş dikeve, rîska ketin û şikestinê jî zêde dike.”
Vetha Aydin der barê hevdîtina ku di 19'ê Mijdara 2026'an de bi Kavak re hate kirin de jî hin agahî parve kir û wiha got: “Di hevdîtinê de giranbûna rewşa tenduristiyê bi awayekî eşkere hate dîtin. Hat çavdêrîkirin ku di meşê de pir zehmetiyê dikişîne, lê tenê bi xwegirtina li dîwaran dikare bi pêş ve biçe û tevgerên wî gelekî hêdî bûne. Kêmbûna tevgerê heta vê astê nîşan dide ku nexweşiyên wî yên ortopedîk û romatîzmal êdî gihîştine qonaxeke giran ku bandorê li pêkanîna pêdiviyên wî yên herî bingehîn jî dike.”
Vetha Aydin bertek nîşanî astengkirina xizmetên tenduristiyê da û got: “Li Girtîgeha Eregliyê bikaranîna sê kelemçeyan di sewqên nexweşxaneyê de, ji bo girtiyên ku nexweşiyên wan ên ortopedîk ên giran hene, pirsgirêkeke din çêdike. Ayhan Kavak nikare bi rêkûpêk derkeve revîrê jî û daxwazên wî yên fîzyoterapî û nexweşxaneyê nayên cîbicîkirin. Ji ber zehmetiya meşê, pêdivî heye ku bi ambûlansê bibin nexweşxaneyê û ji bo ku bikaribe pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne, derfeta tûwaleta bi klozet jê re bê dabînkirin. Lê belê bêyî ku ev pêdiviyên wî yên mecbûrî bên dabînkirin, di girtîgehê de tê girtin.”
Vetha Aydin di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwe rêz kir û got: “Daxwaza me zelal e: Divê înfaza Ayhan Kavak tavilê bê taloqkirin û girtî bê berdan. Divê rewşa wî ya tenduristiyê li nexweşxaneyeke serbixwe û tam-pêkhatî bi awayekî berfireh bê nirxandin; di serî de romatolojî, ortopedî, fîzyoterapî, kardîolojî û nexweşiyên çavan, divê hemû tedaviyên ku pêdiviya wî pê heye bênavber bên dabînkirin. Heta ku berdana wî pêk bê, divê pêdiviyên wî yên sewqa bi ambûlansê, tûwalet, derman û rehabîlîtasyonê bi tevahî bên cîbicîkirin û pêkanînên kelemçekirinê astengiyê li pêşiya gihîştina wî ya xizmeta tenduristiyê çêneke.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştina pênc deqeyî bi dawî bû.








