Newroz Unverdî: Jin divê bibin kirdeya aştiyê!

  • 09:15 21 Mijdar 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî ber bi 25’ê Mijdarê tundiya li ser jinan nirxand û balkişand ser têkiliya navbera polîtîkayên şer û tundiya mêr û got: “Jinên ku kirine kirdeya şer, neçarin bibin kirdeya aştiyê jî.”
 
Jinên ji avakirina aştiya civakî heta jiyana xebatê û têkoşîna edaletê roleke girîng dilîzin, di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî wê li dijî her cureyê binpêkirina mafan û bêewlebûnê dengê xwe bilind bikin.
 
Endama Komeleya Dema Jinên Newroz Unverdî berbi  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî binpêkirinên mafan yên her diçin giran dibin û rola jinan a di avakirina aştiya civakî de nirxand.
 
‘Mafê jiyana jinan ji dest tê girtin’
 
Newroz Unverdî da zanîn ku beriya 25’ê Mijdarê teşeyên tundiyê, bandora cureyên tundiyê yên li ser civakê û afirandina tundiyê axaftin girîng e. Ev ji bo hemû aliyên civakê girîng e. Li dijî vê tundiyê, van sûcên li hember jinan tên kirin, ji aliyê civakê ve pêşxistina rêxistibûnek zelal girîng e. di mehekê de 28 jin hatin qetilkirin. 19 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. Em li tabloyê dinêrin, em rewşa aborî, civakî û siyasî bi zelalî dibînin. Li Tirkiyeyê qadên jiyanê ji dsetê jinan tên girtin, tên tunekirin. Mafê jiyana wan ji aliyê mêr û dewletê ve ji destê wan tên girtin. Di rewşeke wisa de ber bi 25’ê Mijdarê bi rêxistibûna jinê re rêxistinbûna civakî ferze. Ji ber mijar êdî tenê jinan eleqeder nake. Êdî veguheriye qirkirina civakî. Ji ber vê jî divê li dijî vê rêxistbûneke civakî ya xurt bê avakirin.”
 
‘Em xebatên xwe pir zimanî dimeşînin’
 
Newroz Unverdî der barê sekna xweser a têkoşînê de jî axivî û wiha got: “Em wek Komeleya Dema Jinê xebatan dimeşînin. Em komeleyeke 6 sale li Stenbolê hatine avakirinê ne. Ji wê rojê de em xebatê dimeşînin û hewl didin xwe bigihînin hemû jinan. Li Stenbolê 18 mîlyon mirov dijîn ji vê herî kêm 3-4 mîlyon Kurdin û nav vê de  mîlyonek jî Kurd in. Dema jin rastî tundiyê tên mekanîzmayeke ku bi zimanê dayikê xwe îfade bikin nabînin. Bi salane em xebatan dimeşînin. Xebata me ya xweser ev e ku em wek Kurdî pir zimanî xebatên xwe dimeşînin.”
 
‘Em di xebatên li taxan de hişmendiyê diafirînin’
 
Newroz Unverdî balkişand ser girîngiya xebatên hişmendiyê yên li taxan tên meşandinê û wiha dirêjî dayê: “Dema em li taxê xebatekê dimeşînin em nakevin pozîsyona ‘bide fêrkirin- fêr bibe. Em bi jinên wê taxê re xwe ji nû ve vediguherînin, xwe dişopînin. Em li wê taxê hişmendiyê diafirînin. Li taxan yên komeleya me dizanin û diçin û tên, bi dildarî dixebitin hene. Ev hevalên me hewcedariya herêmê baş dizanin. Li gorî hewcedariyan xebatên hişmendiyê dimeşînin. Carnan mijara tenduristiya jinê û tenduristiya zayendî; carnan mafên qanûnî yên çarçoveya qanûna 6284, carnan jî têkoşîna li dijî tiryakê dibe. Daxwazên cuda tên û em jî li gorî van daxwazan atolyehan pêk tînin. Armanca me afirandina hişmendiyê ye.”
 
Banga ji bo 25’ê Mijdarê
 
Newroz Unverdî li ser polîtîkayên bêcezahiştinê jî sekinî û ev nirxandin kir: “Mijar tundiyê veguheriye hevsengiyekê. Komele, rêxistinên jinan bi tena serê xwe nikarin tundiyê rawestînin. Çavkaniya vê tundiyê ji ku tê? Tundî ji polîtîkayên ku dewlet-mêr dimeşînin pêk tê. 10 salên pêş me wek '10 salên malbatê' îlankirin polîtîkaye. Bandor şerê 50 salî ya li ser ked, beden û jiyana jinan em baş dibînin. Jinên ku kirine kirdeya şer, neçarin bibin kirdeya aştiyê jî. Beriya 25’ê Mijdarê em banga rêxistibûna yekbûyî a li dijî tundiyê dikin û em bang dikin ku jin li malê, kar, kolan û dibistanan li her derê dengê xwe bilind bikin.”